Di  çalakiya konvedanê de: Gerîla hêza me ya yekane ye

Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê di roja xwe ya duyemîn de didome. Beşdaran teqezî li ser girîngiya xurtkirina têkoşînê kir û gotin, gerîla hêza yekane ye ku nûnertiya wan dike.

Di  çalakiya konvedanê de: Gerîla hêza me ya yekane ye
17 gulan, 2022   14:03
HESEKÊ

Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan  ve li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hate lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de bi dirûşmeya "Rêya wê rêya me û armanca wa armanca me ye" didome. Çalakiya konvedanê ji bo şermezarkirina îxaneta PDK`ê û beşdarbûna wî ji êrişên qirkirinê bi dewleta Tirk re li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin.

Endamên meclisa malbatên şehîdan a navçeyê, Mala Jin, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî roja duyemîn ji çalakiyê bûn.

Di bin konê çalakiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Foza Yûsif êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdarbûna PDK`ê şermezar kir û wiha axivî: "Dewleta Tirk êrişî hêzên gerîla dike û dixwaze gelê Kurd qir bike. Ji ber ku hebûna gelê Kurd girêdayî hebûna hêzên gerîla ye. Ew hêza ku parastina doza kurdî dike û ji bo wê şer dike."

Foza Yûsif di axaftina xwe de behsa berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla li hember êrişên dewleta Tirk kir û ev tişt got: "Gerîla hêza yekane ku nûnertiya me dike, parastina me dike û parastina destkeftiyên gelê Kurd dike. Bi berdêlên ku ji bo parastina doza xwe û rizgarkirina gel ji koletî û zilmê xwe di nava salan de îsbat kir. Gerîla yekitiya xaka Kurdistanê vegeran û îro jî li dijî dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa dimeşîne."

Foza Yûsif bang li gelê Kurd kir ku têkoşîn xurt bikin piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û li hember îxaneta PDK`ê kir.

Paşê govend hate gerandin.

Tê payîn ku sibe endamên saziyên sivîl ên bajarokê Sêgir a girêdayî navçeya Dirbêsiyê beşdarî çalakiya konvedanê bibin.

Çalakiya konvedanê dê heta 20`ê Gulanê bidome.

(bx)

ANHA