Xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara: Em mîrasa Celadet Bedirxan biparêzin

Xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara Roja Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û gotin ew ê mîrasa Celadet Bedirxan biparêzin.

Xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara: Em mîrasa Celadet Bedirxan biparêzin
15 gulan, 2022   17:23
ŞEHBA

Bi boneya 15`ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ajansa me ANHA`yê nêrînê hejmarek xwendekarên Peymangeha Viyan Amara ya Wêje û Zimanê Kurdî ya kantona Şehbayê girt. Xwendekaran got ev rojekî dîrokî ji gelê Kurd re ye.

Xwendekarê bi navê Ehmed Hesen ku wêjeya kurdî di Peymangeha Şehîd Viyan Amara de dixwîne ev bone li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Ev roj ji bo gelê Kurd rojeke bi nirx e. Di vê rojê de bingeha zimanê kurdî hate dayîn. Gelek zimanan zengînbûna xwe ji zimanê kurdî girtine. Bingeha vî zimanî ji zimanê arî ye ku ew jî ji zimanên kevnar di cîhanê de ye. Zimanê kurdî ji zimanên çiyayî ne ku yekemîn civakên mirovî pê axivîn. Cihê vî zimanî di civakên Rojhilata Navîn de heye."

/ar/uploads/files/2022/05/15/143233_zylan-bazykw.webp

Xwendekara bi navê Zîlan Bazîko ku beşa wêje û zimanê kurdî dixwîne diyar kir ku ew hewl didin zimanê kurdî bi rêya fêrbûna wan vejînin û wiha domand: "Bi rêya xwendina me ji zimanê dayikê re em hewl didin jinûve vejînin piştî ku di nava salên dirêj de rastî helandinê hat. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide zimanê tirkî li ser gelê Kurd ferz bike. Ji ber ku ziman hebûna me ye em jî bi vejandina wê û fêrbûna rêgez û wêjeya wê em hebûna xwe diparêzin."

Zîlan Bazîko soza şopandina rêya Celadet Elî Bedirxan, parastina mîrasa wî da û wiha anî ziman: "Em neviyê Celadet Elî Bedirxan in. Em soz didin ku mîrasa ku pêşkêşî me kir, biparêzin. Divê em xwendekar civaka xwe di warê girîngiya ziman, parastina wê û bikaranîna wê di jiyana me de, hişyar bikin."

/ar/uploads/files/2022/05/15/143216_ahmd-shykhw.webp

Ehmed Şêxo ku xwendekarê beşa wêje û zimanê kurdî ye ev tişt got: "Min biryara xwendina wêjeya kurdî da ji ber min girîngiya vî zimanê ji bo xwe nas kir bi taybet ku ev ziman ji aliyê dewletên dagirker ve rastî êrişan tê."

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku tişta fêr dibe dê fêrî xwendekarên xwe bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî ku ez xwendina xwe bi dawî bikim tişta ez fêr bûme dê fêrî xwendekarên xwe bikim."

(bx)

ANHA