Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava bi dawî bû

Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava bi encamnameyekê bi dawî bû û bang hate kirin ku divê di asta Rojava jî xebatên ji bo avakirina yekitiya jinên Kurd bi hêztir werin meşandin. Ev jî erka me hemûyan e.

Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava bi dawî bû
15 gulan, 2022   17:02
QAMIŞLO

Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava ya bin diruşma “Ji bo yekbûna helwesta jinên Kurd li dijî dagirkeriyê”   bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encamname wiha ye:

''Di roja 15’ê Gulana 2022'an bi pêşengtiya Kongra Star zêdetirî 50 jinên Kurd wek nûnerên rêxistinên jin, partiyên siyasî, hunermend û ronakbîr di bin diruşma “Ji bo yekbûna helwesta jinên Kurd li dijî dagirkeriyê”  de li bajarê Qamişlo kom bûne. Ji beşên din ên Kurdistanê û derveyî welêt jî gelek nûnerên rêxistinên jinê û partiyên siyasî bi rêya înternetê tev li şewrê bûn. Hunermendên jin ji parçeyên din ên Kurdistanê jî peyamên xwe ji bo yekitiya neteweyî gihandin kombûna me ku di Roja Zimanê Kurdî de hat birêxistin kirin.

Şêwra me di qonaxeke gelek hestiyar û krîtîk de hat lidarxistin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, yê ku roja me ya îro de êdî ji aliyê herkesî tê qebûl kirin, wek şereke dijwar li ser Rojhilata Navîn hîn kûrtir û aloztir dibe.

Hêzên hegemonîk û hêzên herêmî li ser parvekirina desthilatdarî di nav pevçûneke de ne. Ev pevçûn bandora herî mezin li ser herêmê me, welatê me û gelê me dikin.

 Di heman demê de jinên Kurd bi şêwazeke dijwar bi êrişên cuda rû bi rû dimînin. Rewşa jinên Êzidî ku ji aliyê DAİŞ’ê hatin dîlgirtin û jinên Kurd di herêmên bin dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk û çeteyên wî li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî, êrişên kuştinê û qirkirina siyasî li hemberî jinên pêşeng mînakên herî berçava nin.

Lê di heman demê de gelê me bi pêşengtiya jinê li hemberî hemû curên qirkirinê li berxwe dide; ji qirqirina çandî bigre heya qirkirina siyasî, ji dagirkeriyê bigre heya planê teslîmgirtina îradeya Kurd a serbixwe, ji guhertina demografîk bigre heya siyasetê koçber kirinê.

Di civîna me de pêşveçûnên di herêma me de û bandora wan li ser welatê me bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Xeterî li ser me tê ferzkirin pir mezin e. Êrişên dijminê bi armancê qirkirinê têne bilind kirin. Di heman demê de berxwedanê gelê Kurd berxwedanê hebûn û tunebûnê ye. Şêwra me bal kişand li ser planên dewleta faşîst a Tirkiyê ji bo pêkanîna Mîsaqî Millî bi rêya dagirkeriya Rojava û Başûrê Kurdistanê di 100’mîn salvegera Peymana Lozanê û damezrandina komara Tirkiyê de.

Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk him gef li ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê dixwe him jî êrişên xwe li ser xaka me her ku diçe zêde dike.

Dîsa li Başûrê Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke nû da destpkêkirin. Di heman demê de êriş li dijî îradeya azad a civaka Êzidî ya Şengalê giran bûne.

Di civînê me de hate tespîtkirin ku van êrişan ji hev qut nînin û di nav planeke têne meşandin. Ev konsept armanc dike ku tecrîd a ku li ser Rêber Apo tê domandin belav bibe û hemû têkoşînê me yê azadiyê bifetise. Şêwra me helwesta da nîşandan, li hemberî sîstema tecrîd û îşkence ya Îmraliyê û banga bilind kirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Ji bo têkbirina planên qirêj ên li hemberî kurdan pêwîst dike gelê me û hêzên Kurd xwediyê sekneke yekrêzî bin, destkeftiyan biparêze û azadiya xwe pêk bîne. Lê mixabin xetê Kurdê hevkar di roja me ya îro de jî li aliyê dijminên gelê me cihê xwe digre. Civîna me pozîsyona îxanetê û hevkarî ya PDK’ê bi tundî şermezar kir, bang kir ku lezgîn dev jê nokerî berde û were ser xetê yekitiya neteweyî ya demokratîk.

Wek rojevê duyemîn civîna me li ser rol û erka jinan di vê pêvajoya krîtîk nîqaşeke berfireh da meşandin. Roja me ya îro ji her demê zêdetir pêwistî bi pêkanîna mîsyona pêşeng ya jinên Kurd heye. Lazim e weke jin em pêşengtiya xwe di têkoşîne li hemberî dagirkeriyê û ji bo avakirina yekitiya demokratîk a neteweya Kurd xurt bikin.

Li ser van nîqaşan ku îro hatin meşandin şewrê me li ser van mijaran gihişt helwesteke hevbeş:

  • Helwesta neteweyî li hemberî dagirkeriyê pêwist dike zelal bibe. Têkoşîneke asta navneteweyî li dijî dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê erkeke neteweyî ye. Jin pêşengê vê erkê ne. Di heman demê de xwedî derketina  li berxwedana gerîlayên YJA-Star û HPG li dijî dagirkeriyê erkeke neteweyî ye.
  • Hevkarî bi hêzên dijminê gelê Kurd xetê me yê sor e û bi tu awayî nayê qebûl kirin. Divê li dijî nokerî helwestek xurt û bi bandor were pêşxistin.
  • Wek jinên Kurd pêwist dike em li derve sînorên siyasî û hizbî kom bibin û hêza xwe bikin yek ji bo ku bikarin mudaxaleyeke bi bandor li ser rewşa siyasî li Kurdistanê bikin. Ji bo vê kar û xebat him di nav parçeyan him jî di asta neteweyî de werin xurt kirin.
  • Divê di asta Rojava jî xebatên ji bo avakirina yekitiya jinên Kurd bi hêztir werin meşandin. Ev jî erka me hemûyan e. Bi vê armancê wê înîsîyatîfeke jin were pêşxistin.
  • Divê dîplomasiyeke netewî a jinên Kurd were meşandin ji bo têk birina siyasetên qirêş ku tune kirina destgeftiyên Kurdan armanc dikin.
  • Şêwra me bang dike ku Sêyemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd lezgîn kom bibe. Bi vê armancê bang dike ku komîteya amadekar a konferansê asta çar parçeyên Kurdistanê bicivîne û biryarê konferansê bide.
  • Xebatên xurt û encamgir ji bo rizgarkirina jinên Êzudî ku ji aliyê DAİŞ’ê hatin dîlgirtin erkê esasî a tevgerên jinên Kurd in. Di heman demê de pêşxistina xebatên taybet ji bo darizandina berpirsiyarên qirkirina jinê li herêmên bin dagirkeriyê dikeve bin mesûliyetê me.
  • Civîna me bêdengiya hêzên herêmî û navnetewî li hemberî êruşên dagirker a dewleta Tirkiyê şermezar dike û wan wek şirîk bi dest digre. Dîsa hêzên ku bi rêya şirketên xwe hevkariya dagirkeriya Tirk dikin, bi taybet jî Qatar û Kûweyt, wek aliyeke sûcên li dijî mirovatî dibînin û banga bilindkirina têkoşînê hiqûqê li dijî siyasetê guhertina demografîk dikin.''

ANHA