Di civîna şêwirî de banga avakirina yekitiya jinên Kurdistanê hate kirn

Beşdarên Civîna Şêwirî ya Jinên Kurd a Rojava, ji bo yekirina jinan li seranserî Kurdistanê teqezî li ser girîngiya avakirina eniyeke jin û avakirina hêzeke parastina jinê kirin.

Di civîna şêwirî de banga avakirina yekitiya jinên Kurdistanê hate kirn
Di civîna şêwirî de banga avakirina yekitiya jinên Kurdistanê hate kirn
Di civîna şêwirî de banga avakirina yekitiya jinên Kurdistanê hate kirn
Di civîna şêwirî de banga avakirina yekitiya jinên Kurdistanê hate kirn
Di civîna şêwirî de banga avakirina yekitiya jinên Kurdistanê hate kirn
Di civîna şêwirî de banga avakirina yekitiya jinên Kurdistanê hate kirn
Di civîna şêwirî de banga avakirina yekitiya jinên Kurdistanê hate kirn
Di civîna şêwirî de banga avakirina yekitiya jinên Kurdistanê hate kirn
15 gulan, 2022   16:49
QAMIŞLO

Di beşa duyemîn a civînê de nameyên hunermendên jin ên ji parçeyên Kurdistan û derve weke Hozan Canê, Yilda Ebasî, Deniz Deman, Nehîda Fatihî, Beser Şahîn û Fatma Ismaîliyan Kolçer hat xwendin.

Hunermendên jin lidarxistina civîna şêwrî li hemû jinan pîroz kirin û xwestin weke vê civînê li seranserî Kurdistanê bê lidarxistin. Her  wiha ji dayikên ji Başûrê Kurdistanê xwestin, zarokên xwe yên pêşmerge hişyar bikin ku şerê gerîlayan nekin.

Piştre beşa duyemîn bi navê helwesta jinê ji dagirkeriyêh at destpêkirin. Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Ebdullah û seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê Narîn Metînî axivîn.

Narîn Metînî bal kişand ser rola jinên Kurd di belavkirina zanist û danasîna maf û erkên jinan û got, jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê li cîhanê bû mînak.

Narîn Metînî diyar kir ku ji bo avakirina yekitiya Kurd divê her kes erka xwe pêk bîne û ev tişt anî ziman:" Bi yekitiya tevgera siyasî ya kurdî û partiyên kurdî re em ê bi hêztir bibin, em gelê xwe ji karesat û dagirkeriyê biparêzin û dê dijmin ji me bitirse."

Her wiha got: "Ji bo ku civaka kurdî razî bibe divê em hemû enerjiyên xwe bikin yek, metirsiyên mezin hene, gefên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê dawam dikin, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî komkujî û sûc pêk anîn û niha jî dixwaze li dijî erdnîgariya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûc pêk bîne. ''                          

Narîn Metînî bal kişand ser guhertinên li cîhanê çêdibin û destnîşan kir ku girînge hişmendî bê guhertin û bi pêşengiya jinê yekitiya kurdî bê avakirin û got: "Ji me tê xwestin em bi rihê berpirsyariyê tev bigerin û em sûd ji tecrubeyên xwe yên berê bigirin, em desthelata dijminan û şerê birakujî qebûl nekin.''

'TÊKOŞÎNA GELÊ KURD Û NIRXÊN WÎ GIHIŞTIN ASTÊN HERÎ BILIND'

Li aliyê din endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah jî axivî, hemû şehîdên azadiyê, girtiyên azadiyê û berxwedêrên li zindanan bi bîr anî û anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd û nirxên wî gihiştine astên herî bilind.

Asya Abdullah got, divê eniya kurdî ya jinên Kurdistanî bê avakirin, di şexsê jinê de gelê Kurd rastî qirkirinan hatin. Ji ber wê divê rêxistinên jinan ên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin.

Asya Abdullah diyar kir ku ew hewild didin konferansa 3'an a jinên Kurd lidar bixin û got: "Pêwîstî bi wê yekê heye. Em weke jinên Rojava amade ne vê konferansê lidar bixin û bi hêvî ne ku em planên hevbeş li dijî zehmetiyan deynin.''

'RÊXISTINÊN HIQÛQÎ YÊN NAVNETEWEYÎ BERPIRSYAR IN'

Asya bal kişand ser rewşa jinan li herêmên dagirkirî û da zanîn ku li herêmên dagirkirî zêdeyî 100 jin hatine kuştin, divê kujer bên cezakirin û got:" Li herêmên dagirkirî bi hezaran jin hatine revandin û windakirin, çarenûsa wan ne diyar e."

Asya Abdullah bang li partiyên kurdî kir ku der barê jin û civakê de bi erkên xwe rabin û wiha dawî li axaftina xwe anî :"Divê helwesta me li hember êrişan yek be, divê em eniyên xwe yên siyasî, hiqûqî, dîplomasî û civakî bi hêz bikin, sûcên ku çêbûne weke şehîdxistina Hevrîn Xelef û dayika Eqîde, zarokên ku rastî tundî û kuştinê tên bikin dosya û ji bo raya giştî ragihînin.

TEVLÎBÛNA BI RÊYA ZOMÊ

Di beşa duyemîn de ji Başûr, Rojhilat û Ewropayê jin bi rêya bernameya Zomê tevlî civînê bûn.

Endama rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd axivî û got: " Rewşa jinan li cîhanê û Kurdistanê weke hev e, lê jinên Kurd ji bo bidesxistina mafên xwe têkoşîn dikin."

Ronak Mecîd diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê bi sedan jin rastî tundî, îşkence û kuştinê hatine, him desthelat him jî eşîrtî tundî li jinan dikin, jin li ser destê, bira, bav û hevjîn ve tên kuştin.

Ronak Mecîd banga avakirina eniyeke hevbeş a jinên Kurdistanê kir da ku jinan biparêze û dawî li hişmendiya destheldatê bîne.

'LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ HÊZÊN DESTHILATA SERWER TUNDIYÊ LI SER JINAN DIMEŞÎNIN'

Berpirsa Rêxistina Jin a Rojhilatê Kurdistanê Lerzan Hemîdî bi rêya zomê beşdarî civînê bû wiha got: "Li Rojhilatê Kurdistanê desthilata serwer û zihniyeta baviksalarî tundiyê li ser jinan dimeşînin, tu hurmetê nade jinan û bi hemû aliyan tundiyê li ser wan dimeşînin, bi navê şer û namûsê jinan qetil dikin. Niha derfeteke zêrîn di destê me de heye divê em qezenc bikin. Divê em hêza parastina jinan li her çar parçeyên Kurdistanê û cihê ku jin lê hebe ava bikin. Em hewl didin ku azadiya jinan misoger bikin, ev dem dema guhertina çarenûsa jinan e, divê di demeke nêzîk de plan ji bo vê xebatên werin danîn."

Endama Însiyatîfa Piştevaniya Rojava, Dilsoz Zengîn ji Başûrê Kurdistanê beşdar bû anî ziman ku divê jin li hemberî pergalên ku mafên wê diçewisaîne têkoşîna xwe xurt bike û li dijî hemû gef û zehmetiyan û tundiya ku li ser wê meşandin rabe. Her wiha bang li jinan kir ku têkoşîna xwe ya diplomatik, civakî û siyasî geş bike da ku li seranserî Kurdistanê hêzeke xwe ya xweser ava bike. Dilsoz Zengîn got, pirsgiraka tevahî jinên Kurdistanê yek e.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin, berxwedana YPJ'ê hate silavkirin û bang li jinan hate kirin bi awayekî çalakî cihê xwe di qada siyasî de bigirin û beşdarî çareserkirina pirsgirêka kurdî bibin.

He wiha bang li jinên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku li hembeî dagirkeriyê bisekinin.

ANHA