Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan bû serokê dewleta Îmaratê

Piştî ku duh şêx Xelîfa Bin Zayid Al Nehyan mir, Meclisa Bilind a Itîhadê bi erêkirina piraniya endaman, şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ji bo serokatiya Îmaratê hat pejirandin.

Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan bû serokê dewleta Îmaratê
14 gulan, 2022   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa ‘WAM’ Meclisa Bilind a Itîhadê îro şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ji bo serokatiya dewletê hat pejirandin.

Civîna meclisê bi serokatiya cîgirê serokê dewletê, serokwezîr û hakimê Dubayê şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm, li Koşka El-Meşref li Ebû Dabî hat lidarxistin. 

Di daxuyaniyeke Wezareta Kar û Barên Serokatiyê de hat bibîrxistin ku li gorî madeya 51`an a destûrê, şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan bi erêkirina hemû endaman wekî serokê dewletê hat hilbijartin.

Wezareta Kar û Barên Serokatiyê ya Îmaratê duh ragihandibû ku serokê dewletê şêx Xelîfa Bin Zayid Al Nehyan wefat kiriye.

(şx)