Çalakiyên ji bo piştgiriya gerîla dewam dikin

Bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK`ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, îro rêxistinên civaka sivîl ên Hesekê çalakiyek li dar xist.

Çalakiyên ji bo piştgiriya gerîla dewam dikin
14 gulan, 2022   10:08
HESEKÊ

Îro rêxistinên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Hesekê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana gerîla xwepêşandek bi erebeyan organîze kir.

Karwanê erebeyan ji Çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer bi rê ket. Beşdarên çalakiyê wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Tevgera Civaka Demokratîk û yên Yekitiya Ajokaran bilind kirin.

Karwanê erebeyan li seranserê bajarê Hesekê geriya û li qada giştî rawestiya. Bi berzkirina sloganên “Bê Serok jiyan nabe, bijî berxwedana gerîla û bijî serok Apo, bijî gerîla, bijî berxwedana Zap û bijî berxwedana Avaşîn" xwepêşandêr vegeriyan cihên ku jê dest bi çalakiyê kiriye.

Endamê rêveber ê Yekitiya Ciwanên Kedkar Hogir Mihemed axivî û got: "Çalakiyên me yên bi armanca piştgiriya berxwedana gerîlayên HPG`ê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û hêzên PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, dê bidomin."

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê ji 17`ê Nîsana derbasbûyî ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê êrişên qirkirinê pêk tîne, her wiha êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dike.

(eh)

ANHA