Di êrişa Îsraîlê ya li ser Hemayê de kuştî û birîndar hene

SOHR`ê ragihand ku di êrişa duh a Îsraîlê ya li dijî herêma Misyaf a Hemayê de 6 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Ajansa fermî ya hikumeta Şamê jî ragihand ku di êrişê de 5 leşkerên wan hatine kuştin, 7 welatî jî birîndar bûne.

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Hemayê de kuştî û birîndar hene
14 gulan, 2022   10:16
NAVEND NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê roja înê rêya Geliyê El-Iyûn ya li rojavayê Misyaf û herêma Siwêda ya başûrê rojhilatê Misyaf a gundewarên Hemayê bombebaran kir. Di encamê de 6 efserên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin ku 5 ji wan endamên hêzên parastina hewayî ne.

Ji ber ku gelek leşker û sivîl bi giranî birîndar bûne, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Ajansa fermî ya bi ser hikumeta Şamê ve daxuyand ku di encama topbarana Îsraîlê de 5 leşkerên wan hatine kuştin û 7 welatî birîndar in.

Ji destpêka 2022`yan ve û heta niha Îsraîlê 12 caran li xaka Sûriyê êriş pêk anîne.

(eh)