Artêşa Tirk 5 gundên Geverê dorpêç kirin

Artêşa Tirk a dagirker di seatên serê sibehê de operasyoneke leşkerî li navçeya Geverê da destpêkirin û 5 gundên gund dorpêç kirine.

Artêşa Tirk 5 gundên Geverê dorpêç kirin
13 gulan, 2022   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Mezopotamya, Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li 5 gundên navçeya Gevera Colemêrgê di seatên serê sibehê de operasyona leşkerî da destpêkirin. Hat zanîn ku bi gelek vesayîtên zirxî û bi helîkopteran leşker birine herêma operasyonê.

Tê ragihand ku derdora gundên Memkava, Yêkmala Jêr, Yêkmala Jor, Mûşan û Kêlbanê hatine dorpêçkirin û leşker nahêlin ku gundî jî biçin zozanên xwe.

Li gorî heman çavkaniyê, çûna zozanan qedexe kiriye û leşkeran nasnameyên şivanan di pergala GBT’ê de kontrol kirine û hejmarên telefonên wan li cem xwe nivîsandine.