Rûspiyên Kurd û Ereb: Bersiva rast a li dijî êrişên qirkirinê yekitî ye

Rûspiyê eşîra Şemer a Ereb diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina îstîqrara li herêmê ye û li dijî tevalî welatên Ereb e. Her wiha rûspiyê ji malbata Gulo ya welatparêz banga yekitiyê li hember hewldana dagirkeriyê ya qirkirina gelan kir.

Rûspiyên Kurd û Ereb: Bersiva rast a li dijî êrişên qirkirinê yekitî ye
12 gulan, 2022   03:31
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û alîkariya wê di dagirkirina xaka Başûr de, red kirin û bang li gelê herêmê kir ku li dijî dagirkerî û îxanetê hevgirtî bin.

Rûspiyê eşîra Şemer a Ereb Ehmed El-Şitî êriş û dijminatiya dewleta Tirk ji herêmê re şermezar kir û wiha axivî: "Êrişên Tirkiyê ne tenê li dijî xaka Sûriyê û Şengalê ne, lê belê li ser welatê Ereb bi giştî ye û bi wê re armanc dike îstiqrara herêmê têk bibe û hevgirtina gelan hilweşîne. Her wiha projeya biratiya gelan derbe bike."

El-Şitî da zanîn ku bûyerên îro li Şengalê diqewimin, dubarekirina senaryoya 2014`an dema ku çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êriş kirin. Îro jî Erdogan û hevalbendên wê heman sûcan pêk tînin. El-Şitî wiha domdarî da axaftina xwe: "Em û Şengalê laşek in û li dijî hemû êrişan em ê li ber xwe bidin, em ê rê nedin tu kesî ku îstiqrara me têk bibin. Îro divê em li dijî êrişên dagirkeran yek dest bin."

'DEWLETÊN ROJAVA WELATÊN EREBAN PARÇE KIRIN Û DIXWAZIN SÛRIYÊ JÎ PARÇE BIKIN'

Têkildarî armanca lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de El-Şitî ev nirxandin kir: "Welatê Ereban yek cesed bûn, heta dewletên rojava hatin û ew parçe kirin. Îro jî Erdogan dixwaze heman senaryoyê dubare bike û Sûriyê bike wîlayet, lê em vê yekê red dikin. Ev kiryar bi armanca têkbirina projeya biratiya gelan û projeya mirovî ye. Dixwazin hevgirtina me ji holê rakin. Sûriyê û Iraqê yek welat e. Şengal û Qamişlo jî yek xak e. Em nahêlin êrişî Qamişlo, Şengal û Rêveberiya Xweser bikin."

El-Şitî bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku li dijî terorê û qetilkirina êzidiyan bisekinin û got: "Tu ferq di navbera êzidî, musilman, xiristiyan, Kurd û Ereb de tune ye." 

'HEVKARIYA BI DAGIRKERIYÊ RE ŞEREMEKE MEZIN E'

Artêşa Tirk a dagirker ji 17`ê Nîsana derbasbûyî ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û şêniyên herêmê van êrişan wekî êrişên qirkirina xwe û şerê hebûn û nebûnê bi nav dikin.

Ji malbata Gulo ya welatparêz Ehmed Gulo axivî û got: "Gelê Kurd hevbeşiya tevahiya Kurdan a bi dijminên xwe re red dikin, nexasim bi dewleta Tirk a dagirker re. Hevbeşî û yekitiya bi dagirker re şermeke mezin e. Dema Şoreşa Barzanî me çek rakirin û piştgiriya wan kirin, Kurd li ku derê parastina dozê bikin ew amade ne ji wan re bibin palpişt, lewma em şerê navxweyî red dikin û ger pêk were dê Kurd qir bibin û destkeftiyên 40 salan têk biçin."

Gulo xîtabî Mesûd Barzanî kir û wiha axivî: "Ev kar ne li gorî we ye, em hêvî dikin ku hûn ji tevahiya Kurdistanê re bibin hêvî. Li dijî şoreşên Kurdan bi Tirkiyê re peymanan îmze nekin ji ber ku ev kar cihê şermezarkirinê ye."

Gulo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker îro gefan li Başûr dixwe, Başûr jî ditirse û pê re hevbeşiyê dike û wiha pê de çû: "Em naxwazin careke din şaştiyên di dîrokê de werin kirin, ji ber îro Kurd dîrokeke nû dinivîsin."

Gulo bang li welatparêzên li Başûr kir ku li dijî hewldanên qirkirinê yekitiya xwe ava bikin û got, ew ê Helebçe û Dêrsimê  ji bîr nekin, her wiha ji bîr nekin ku çawa şoreşên Kurdan hatin têkbirin, ji wan Şoreşa Sêx Seîd û Qazî Mihemed lewma bi yekitiyê mirov dikare tolê hilîne.

'DEWLETA TIRK LI SER QIRKIRINA KURDAN JI CÎHANÊ ERÊKIRIN WERGIRTIYE'

Gulo da zanîn ku niha dixwazin Şengal vala bibe, dewleta Tirk têkildarî qirkirina Kurdan erêkirin ji cîhanê wergirtiye û ev tişt anî ziman: "Rê li pêşiya DAIŞ`ê vekirin, ger wê demê Iraqê dewleteke neteweparêz bûya û sînorê xwe parastibûya wê rê nedaba vê komkujiyê. Ger hêzên wê nereviyane ev trajîdiya çênedibû. Her wiha ger ne ji îxaneta PDK`ê bûya DAIŞ`ê nedikarî tiştek bikira."

'EM Ê JI ŞENGALÊ RE PALPIŞT BIN'

Gulo diyar kir ku Şengal êzîdî ye û çanda kurdan êzidayetî ye û ew ê ji wan re palpişt bin. Gulo wiha dewam kir: "Şengal sembola hebûna kurdan e û parçeyek ji xwîna me ye, şerf û rûmeta me  Şengal e. Dê dîrok êriş û hevkariya hikumeta Kazimî û PDK’ê bi dagirkeriyê re li dijî Şengalê binivîse."

'LI SER XAKA KURDISTANÊ EM Ê ÇEKÊ LI HEMBERÎ DIJMINÊN XWE RAKIN'

Ehmed Gulo da zanîn ku ew ji bo parastina çi parçeyeke Kurdistanê amade ye berxwedaniyê bike û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ger Şengal bikeve xeteriyê ew ê tevî temenê xwe yê mezin çekê li dijî dijmin rake."

(eh)

ANHA