Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Êrişa li ser Kobanê karekî terorî ye

Rêveberiya Xwesre a Herêma Firatê got, “Dagirkeriya Tirk muxalîfekî ji ber sîstema wê ya zordar reviyabû bi balafireke bêmirov hedef girt. Ev êriş ji bo têkbirina aramî û îstiqrara herêmê ne.”

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Êrişa li ser Kobanê karekî terorî ye
11 gulan, 2022   12:54
KOBANÊ

Vê sibê balafirek bê mirov ên dewlerta Tirk li li ser rêya Helebê ya başûrê Kobanê û navenda bajêr, du êriş pêk anîn.

Di êrişê de kesayeta welatparêz Ekrem Ustek yê ji Bakurê Kurdistanê ku sala 2014’an di dema êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser bajêrê Kobanê de li ser banga seferberiyê derbasî Rojava bûbû, şehîd bû.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê têkildarî êrişê li ser malpera xwe ya fermî ya Facebookê daxuyaniyek nivîskî weşand, tê de diyar kir ku dagirkeriya Tirk muxalîfekî ku ji ber zilma dewleta Tirk û rejîma wê ya zordar reviyabû, kiriye hedef.

Daxuyanî wiha ye:

"Vê sibê balafirên artêşa Tirk a dagirker 2 cih li navenda bajarê Kobanê û rêya di navbera Heleb û Kobanê de, hedef girtin û di encamê de muxalîfekî Tirk ku ji ber zilma rejîma wê ya zordar reviyabû û derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûbû şehîd bû. Her wiha ziyanên madî li navenda bajêr çêbû.

Armanca êrişên bi vî rengî yên li dijî herêmê û sivîlan, têkbirina ewlehî û îstiqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Em van kiryarên terorîst şermezar dikin û em bang li civaka navneteweyî û dewletên garantor dikin ku li hember van êrişên dubare yên li ser herêmê, erka xwe bi cih bînin."

Di mehekê de dewleta Tirk a dagirker bi tank û balafirên bêmirov ên biçek 12 cih li bajarê Kobanê û gundewarên başûr û rojavayê wê hedef girtin. Di 20’ê Nîsanê de balafirên bêmirov ên biçek 3 şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li gundê Êdiqê hedef girtin, di 22'ê Nîsanê de jî artêşa Tirk a dagirker taxên bajarê Kobanê topbaran kirin, balafireke bêmirov a biçek di 24'ê Nîsanê de baregeheke hêzên hikumeta Şamê li gundê Zormixar ê li bakur rojavayê Kobanê kir hedef û îro jî du êriş pêk anîn.

(dx)

ANHA