Li Hesekê bi şahiyekê berxwedana gerîla hate silavkirin

Şêniyên bajarê Hesekê bi şahiyekê berxwedana gerîla ya li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk  a dagirker û PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, silav kir û got ew ê heta dawiyê destekê bidin gerîla.

Li Hesekê bi şahiyekê berxwedana gerîla hate silavkirin
Li Hesekê bi şahiyekê berxwedana gerîla hate silavkirin
Li Hesekê bi şahiyekê berxwedana gerîla hate silavkirin
Li Hesekê bi şahiyekê berxwedana gerîla hate silavkirin
11 gulan, 2022   12:12
HESEKÊ

Komîteya Çand û Hunerê ya Bajarê Hesekê bi hevkariya Meclisa Bajarokê Tiwêna vê sibê bi armanca silavkirina berxwedana gerîla ya li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê û piştgirîdayîna berxwedana Şengalê, şahiyek li qada bajarok li dar xist.

Şêniyên bajarokê Tiwêna û gundewarê wê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr tevî bi dehan şêniyên Hesekê, endamên meclis û saziyên Rêveberiya Xweser ên li bajarok tev li şahiyê bûn.

Berdevka Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Heskî di şadhiyê de axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevbeşiya PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê,  şermezar kir.

Efaf Heskî diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e.

Efaf her wiha destnîşan kir ku şagirtên rêber Ocalan li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dewleta Tirk a dagirker şer dikin, da ku mafên gelên Kurdistanê biparêzin.

Efaf Heskî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê nikare projeya neteweya demokratîk têk bibe û vîna HPG`ê bişkîne.

Efaf berxwedana gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker raber dike, silav kir.

Endamê Meclisa Bajarokê Tiwêna Sebrî Hisên jî diyar kir ku bi hevgirtina xwe û piştgiriya gerîla ew ê hewldanên dewleta Tirk a dagirker û aliyên hevbeş têk bibin.

Piştre helbestvan Ferhadê Merdê bi çend helbestan berxwedana gerîla û gelê Kurd silav kir.

Di dawiya şahiyê de li ber stranên koma mûzîk û stranan a Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê govend hat gerandin.

(eh)

ANHA