YPG`ê êrişa Kobanê şermezar kir û sersaxî da malbata Ekrem Ustek

Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata şehîd Ekrem Ustek re xwest ku di êrişa vê sibehê li ser Kobanê de şehîd bû û diyar kir, “Şehîd Ekrem Ustek di Şoreşa Rojava de bi awayekî çalak cih girt û bi coş û kelecaneke mezin xebat da meşandin.”

YPG`ê êrişa Kobanê şermezar kir û sersaxî da malbata Ekrem Ustek
11 gulan, 2022   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker başûrê bajarê Kobanê û navenda bajêr hedef girtibû. Di êrişê de welatiyê bi navê Ekrem Ustek ê ji Bakurê Kurdistanê şehîd bû.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û got, “Ev êriş nîşan dide ku dagirkeriya Tirk li hember têkoşîna gelê herêmê bin ketiye û ji derveyî êrişên dijmirovî tiştekî din ku bike nemaye.”

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya têkilî mijarê wiha ye:

“Îro di saet 09:25`an de li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve du êrişên bi balafirên bêmirov biçek pêk hatin. Her du êriş bi awayekî hemwext hatin kirin. Di wan êrişan de seyareyek li ser rêya Helebê û malek sivîlan li navenda bajarê Kobanê hatin hedefgirtin. Di êrişa ku li navenda Kobanî li ser malekê çêbû de welatparêzê me yê hêja Ekrem Ustek gihîşt asta şehadetê.

Welatparêzê hêja, Şehîd Ekrem sala 1969`an li Şirnexê hatiye dinyayê. Wekî welatparêzekî bi rûmet ji temenê xwe yê ciwan heta kêliya dawî ya jiyana xwe her tim ji bo azadiya gelê Kurdistanê kar û xebat da meşandin. Di vê têkoşîna xwe de gelek bedelên giran da û 13 salan li girtîgehên dewleta Tirkiyê de ma. Lê ji ber ti bedelê ku dayî paşve gav neavêt, her zor û zehmetiyê ku di tekoşîna azadiyê de derket pêşiya wî bi biryardariyeke mezin derbas kir û ev zor û zehmetî kir bingehê bilindkirina têkoşînê.

Di dema berxwedana Kobanî de bi ruhê seferberiyê bersiv da banga Serokatî û tevlî berxwedana Kobanê bû. Dema ku şer gihîştibû bajêr, Şehîd Ekrem yek ji wan kesan bû ku sînoran qetand û xwe gihand qada şer; li kêleka şervanên azadiyê cih girt. Piştê berxwedana dîrokî ya Kobanî jî li Rojavayê Kurdistanê di kar û xebatên şoreşê de bi awayekî çalak cih girt û kêlî bi kêlî di avakirina şoreşê de bi coş û kelecanek mezin xebat da meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku fetisandina xwe ya hundirîn, bi şer binixumîne. Ji ber vê yekê her roj êrişên xwe yên dermirovî zêdetir dike û di wan êrişan de tu qanûn û hiqûqan nas nake. Di wan êrişên ku gelek caran sivîlan dike hedef de, bi awayekî eşkere derdikeve holê ku dewleta Tirk dijminê hemû gelên heremê ye. Wekî ku di êrişa dawî de jî derket holê, êrişên xwe aniye astekê ku di navenda bajar de malên sivîlan dike hedef. Ev rastî jî bi awayekî zelal nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker li hember têkoşîna gelê herêmê bin ketiye û ji derveyî êrişên dijmirovî tiştek din ku bike nemaye.

Em wan êrişên hovane ku tê de mirovên sivîl tên hedefdigirin bi tundî şermezar dikin û bang li hemû gelên me û raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember van êrişên dijmirovî bêhelwest nemînin.

Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG, di serî de ji malbata hêja ya şehîd Ekrem re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û bi vê mebestê ve soza serkeftinê ku me daye şehîdên xwe dubare dikin.”

(cx)