Koçberên Girê Spî siyasetên guhertina demografiyê şermezar kirin

Koçberên kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê planên dewleta Tirk a dagirker avakirina avahiyên mêtîngeriyê yên li herêmên dagirkirî şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku bi berpirsiyariyên xwe rabe û sînorekî ji van plananên guhertina demografiyê re deyne.

Koçberên Girê Spî siyasetên guhertina demografiyê şermezar kirin
9 gulan, 2022   12:07
EYN ÎSA

Koçberê bi navê Mihemed Dewran li qada kampa Koçberên Girê Spî daxuyanî xwend û bi dehan koçberên li kampê beşdarê bûn.

Di daxuyaniyê de planên dewleta Tirk a dagirker ên avakirina avahiyên mêtîngeriyê û derxistina bi milyonan penaberên sûrî yên li Tirkiyê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî, hate şermezarkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku divê civata navneteweyî bi berpirsyariyên xwe rabe ji ber ku ev siyaset bi armanca guhartina demografiya herêmê pêk tê, ji lewra divê dawî li dagirkeriya Tirk bîne û vegera bi ewle ya koçberan misoger bike.

Koçberan di daxuyaniyê de anî ziman ku ew bicihkirina penaberan li herêmên wan red dikin, ji ber ku yek dê Sûriye parçe bike û fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxîne.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku di 9`ê Cotmeha 2019`an de kantona Girê Spî dagir kir, zêdetirî 100 hezar welatiyên kantonê neçarî koçberiyê kir. Niha jî 6 hezar koçber li Kampa Koçberan a Girê Spî dimînin, yên din jî li bajarên Reqa, Tebqa û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih dibin.

(eh)

ANHA