Jinên Reqayê: Em hêza xwe ji YJA Starê digirin

Jinên tev li xwepêşandana li Reqayê bûne, destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê nikare ruhê berxwedana yê gelên herêmê û yekitiya wan têk bibe.

Jinên Reqayê: Em hêza xwe ji YJA Starê digirin
9 gulan, 2022   11:55
REQA

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, gelên herêmê xwepêşandanan li dar dixin. Duh bi hezaran şêniyên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê xwepêşandanek li dar xist û êrişên qirkirinê şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk ferqê naxe navbera Kurd, Ereb yan jî Tirkmenan de û armanca wê dagirkirina axa herêmê ye.

Beriya wê jî bi heman mebestê bi hezaran şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi vîna gelan em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin”, tev li “Meşa Rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê” bûn û piştgiriya gerîla kir.

'VÎNA ME XURT E'

Endama Desteya Giştî ya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyroz Xelîl diyar kir ku hikumeta Şamê berpirsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: “Hikumeta Şamê dev ji gelê Sûriyê berda û ew di nav pençên Erdogan de hişt. Wî jî dest bi dagirkirina herêmên Sûriyê mîna Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din kir.”

Feyroz destnîşan kir ku ev êriş, planeke nû ya li dijî pêkhateyên herêmê ye û dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike herêmên din li Sûriyê û Iraqê bixe bi hegemoya xwe.

Feyroz wiha berdewam kir: “Ji bo rêgirtina li van komployan divê em hevgirtî bin. Em ji vir ji Erdogan û hevkarên wî re dibêjin, em gelekî xwedî vîneke xurt in û pê bawer in. Em ê destkeftiyên şehîdên xwe û axa xwe biparêzin ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan.”

Feyroz daxuyand ku jinên Bakur û Rojhilatê Srûiyhê dê berxwedan û têkoşîna xwe di bin siya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk de berdewam bikin.

BI ÊRIŞAN NIKARIN RUHÊ BERXWEDANÊ TÊK BIBIN

Endama Meclisa Jinan a Partiya yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Reqayê Rîm Idrîs jî destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Sûriyê û Iraqê, tunekirina pêkhateyên herêmê û dagirkirin herêmê ye û got: “Lê ew ê bi van êrişan nikaribin ruhê berxwedanê yê gelê herêmê têk bibe.”

Rîm êrişên hikumeta Kazimî li dijî Şengalê şermezar kirin û got: “Êrişên li dijî gelê Şengalê pêk tên, dişibin êrişên berê yên DAIŞ`ê yên sala 2014`an. Niha jî li hember bêdengiya navneteweyî rastî heman êrişan tên.”

Rîm Idrîs bal kişand ser têkoşîna jinan a ji destpêka Şoreşa Rojava ve di hemû aliyan de û got: “Em hêza xwe ji jinên li Başûrê Kurdistanê li ber xwe didin (YJA Star), digirin.”

 (şx)

ANHA