PDK: LI KURDISTANÊ XETA XIYANETÊ 4 – DIYAR XERÎB

PDK: LI KURDISTANÊ XETA XIYANETÊ 4 – DIYAR XERÎB
6 gulan, 2022   00:51

Di salên 1959-60’î de li cîhanê pêleke guhertinê heye. Li Iraq û Tirkiyê hin guhertin çêdibin. Wê demê Amerîka ditirse ku pergala Îranê de jî guhertin bibe. Li Tirkiyê darbe çêdibe, li Îranê darbe çênabe; lê hin guhertin çêdibin. Jê re dibêjin şoreşa spî. Şoreşa spî çi ye? Ji aliyê rewşenbirî, siyasî û civakî ve hinek qanûnan derdixin û hinek vebûnê çêdikin. Beşeke ji van guhertinan Kurd jî jê îstîfade dikin. Di wê demê de cara yekemîn li Îranê radyoyê Kurdî bi awayekî fermî çêdibe. Destpêkê li Tahranê, pişt re Kirmanşanê û hêdî bi hêdî li bajarên din jî radyo tên vekirin. Stran û çanda Kurdî ji qedexebûnê derdikeve. Hêdî hêdî ew konevaniya bişavtinê kêm dikin. Hesen Zîrek jî, hunermendekî ku ji Rojhilat reviyaye û li Radyoyê Bexda kar dike ye. Ew jî dizivire û gelek stranên xwe li radyoyê Tahran û Kirmanşanê qeyd dike.

Di wê demê de, li Îranê ew derfetan hene. Tevgerên Kurd yên Rojhilat jî bi vê derfetê dixwazin xwe nû bikin. Lê PDK a Rojhilat di hûndirê xwe de yek nîne, lewaziyan jiyan dike. Abdurahman Qasimlo li derve ye û hinek kes girêdayî wî ne. Lê kongre dixwaze wî li partiyê biavêje. Dibêjin ew kesekî çep e û Tûdehê ve girêdayî ye û Kurdiniyê nake. Ew pirsgirekek e. Dîsa pirsgirekên serokiyê hene. Ji ber vê di 1964’an de xwe amade dikin ku gav biavêjin lê nikarin. Piştî 1965’an têkiliyên PDK a Başûr li gel Îranê çêdibe. Di hevkariya Îran û PDK’ê de em ve yeke dikarin weke qanaxa destpêkirina hevkariyê pênase bikin.

Jixwe 1964’an de PDK ya Başûr parçe dibe. Beşeke wan Barzanî serokatiyê dike û pê re dibêjin cemeata serok. Beşeke jî Celal Talebanî û Îbrahîm Ehmed pêşêngtiyê pê re dike. Pê re dibêjin cemeatê mektep-siyasî. Dibin dû beş û pişt re şer di navbera wan de çêdibe. Di şer de Barzanî zîrektir e. Ji ber vê Talebanî wan Iraqê terk dikin û diçin Îranê.

Di sala 1965’an de Barzanî têkiliyên xwe bi Îranê re pêş dixe û dixwaze Îran alîkariya Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî wan neke û wan radestî Barzanî bike. Îran jî dibêje timam, ez ê bikim. Lê dibêje pêwîst e tu jî piştgiriya Hizba Demokrat ya Kurdistanê (PDK-Î) li Îranê nekê û an wan radestî min bikî, an jî wan bêçalak bikî. Hevkirineke bi vî rengî di navbera wan de çêdibe.

Îran, ji Celal Talebanî wan re dibêje, êdî têkiliya min gel Barzanî çêbûye. Hûn dixwazin biçin gel Barzanî, an jî li vir rûnin û li hemberî Barzanî kar nekin. Ger hûn dixwazin jî biçin derve. Barzanî jî ji Hizba Demokrat ya Îranê re dibêje, pêwîst e hûn li vir rûnin. Bi vî rengî heya 1967’an çalakiyên hizba Demokrat çênabin. Jixwe çalakiyên wan yên leşkerî tune, lê dev ji yên siyasî jî berdidin. Di wê demê de, di nava Hizba Demokratê Kurdistan ya Îranê de, grupek derdikeve. Navê wan “Komîteya Rêvebertiya Şoreşger e.” Endamên wan yên tên naskirin, Sûleymanê Muînî, Îsmaîl Xerîbzede, Mele Aware, Mihoyê Herkî ye.

Her wiha hejmareke zêde ciwan û hizb dibêjin, em vê rewşe qebûl nakin û em dixwazin li Îranê xebatên xwe bimeşînin. Pêwîst e, PDK ya Başûr ji vê re nebe asteng. Jixwe Ehmed Tewfîq, di bin çavdariya PDK de jiyan dike. Ji kadroyan hatiye dûrxistin. Dibêjin ji bo ku em biparêzin, me biriye wir; lê yên din jî dibêjin birine û kirine zindaneke û ji rêxistinê qut kirine. Bi vî rengî, êdî hizba demokrat nikare kar bike.

Ji ber vê yên din dibêjin, êdî em vê rewşê qebûl nakin. Li Qendîlê şervan û peşmergeyên xwe kom dikin û biryar didin ku li Îranê dest bi xebatên xwe bikin. Wê demê PDK bangî wan dike û dibêje ger hûn rûdinin baş e, an na ez we hemûyan dişinim Îranê. Bi vî rengî kom bi kom xwe rêxistin dikin ku biçin Îranê, lê di demeke kin de ew komana hemû tasfiye dibin.

Niha li gorî dîrokê nêrînên cuda hene. Hinek dibêjin, danehevên wan kêm bûn, xwe amade nekiribûn, baş kêşf nekiribûn û bi vî awayî çûn kare siyasî û leşkerî bimeşînin. Hikûmeta Îranê jî bi tevdîr bû, ji ber vê tasfiye bûn. Hinek jî dibêjin, wê demê têkiliyên parastina PDK, li gel îstîxbarata Îranê Savak hebû. Ango PDK ew îxbar kirine. Dema mirov dîraka PDK’ê mezî dike, bûyerên bi vî rengî pir in.

Tene Suleymanê Muînî naye tasfiyekirin. Çend caran diçe Rojhilat û vedigere jî, herî dawî Îran ji PDK dixwaze ku wî radestî Îranê bike. Lewra “nasekine”. Wê demê Sûleymanê Muînî, ji ber PDK direve û diçe Sûleymaniyê, li wê derê zêdetir tesîra Talebanî wan heye. Li wir xwe amade dike ku careke din vegere û biçe Rojhilat, lê bi riya hinek kesan tê girtin û radestî PDK dikin. Wê demê Barzanî li mintiqaya Dîlman e. Dîlman jî nêzikî Balayan, li mintiqaya Qendîlê ye. Sûleymanê Muîînî dibin gel wî. Li gorî belge û şahîdên hene; wê demê Îdrîs Barzanî û nûnerê Savakê jî li wir bûye. Jê re gotine rûne û radestî Îranê bibe, jixwe Îranê jî ji efû derxistibû. Lê ew radest nebûye. Li ser vê esasê piştî ku nîqaşên wan xilas bûne, derketiye û birine ku zîndanî bikin. Nêzî gundekî herêma Balayan wî dikûjin û cenazeye wî radestî Îranê dikin. Li Pîranşarê rojekê nîşanî gel didin, pişt re dibin Mahabadê jî hinek digerînin.

Pirtûka Dîroka Barzanî dibêje, Sûleymanê Muînî mirovekî zîrek bû, lê ji ber ku li gel Talebanî wan bibû caş, em neçar man ku wî bikujin. Dibêjin sedema kûştina wî ew bûye. Lê li gorî hinek kêsên din ku şahîdî bûyerê ne û niha ji PDK qut bûne,  dibêjin di encama peymana PDK û Îranê de çêbû. Li ser vê esasê ew kûştin da ku tevgera Kurd careke din li Rojhalat zindî nebe. Lewra ji bo ku Îran alîkariyê bide PDK û wê li ser piyan bigre ew şert danîbû pêşaya wê. Li ser vê esasê Ehmed Tewfîq binçavkiribûn û di bihara 1968’an de jî Sûleymanê Muîînî kûştin. Bi vî rengî ew tevger jî tê tasfiyekirin. Heya 1971’an li Rojhilatê Kurdistan bêdengiyek çêdibe.

Di salên 1970’î de li Rojhilat qonexeke dîn destpê dike. Di tirmeha 1979’an de hûkimeta Îranê biryar dide ku êrîşî Kurdan bike. Lewra bajarên Kurdan ku beşeke Îranê ne, ne di bin serweriya Komara Îslamî de ne. Vê qebûl nakin û êrîş dikin. Di vê serdemê de PDK ya Başûr jî li Rojhilat in. Jixwe têk çûbûn û navenda wan çûbû Rojhilat. Heta sala 1979’an li wir bûn. Mele Mistefa Barzanî jî, di bihara 1979’an de li Amerîka wefat kir. Cenazeye wî jî anîbûn Rojhilatê Kurdistanê.

Dema ku hikûmeta Îranê êrîşî hizba Demokrat ya Rojhilat û tevgerên din yên Kurd kir, PDK jî li wir piştgiriya Îranê kir. Hevalên ji Rojhilat in û gelê Rojhilat vê dizane, ji bo ku Îran piştgiriya PDK ya Başûr bike; bi alîkariya PDK, Îranê tevgerên Kurd ji bajarên Rojhilat derxistin. Tene hinek gundên sînor di destê wan de man. Van tevgeran êdî xwe kişandin milê sînor. Ew di dîrokê de, weke xiyaneteke mezin tê binavkirin. Ji ber vê li Kurdistanê gelê ku herî zêde ji PDK’ê eciz in li Rojhilatê Kurdistanê ne, xiyaneta wê bi çavên xwe dîtine, jê re bûne şahid.

PDK jî ew xiyaneta xwe bi van sedeman dinirxîne. Yek dibêje dema partiyên Rojhilat, bi hikûmeta Îranê re danûstendin kirin, daxwazeke wan jî PDK ya Başur ji Rojhilat derxistin bû. Dibêjin li ser vê esasê me şerê wan kir. Sedemeke din jî dibêjin, me cenazeyê Mele Mistefa ji Amarîka anî û li Rojhilat veşart; lê Hizba Demokrat ya Rojhilat çûne cenazeyê wî derxistine û bêrêzî pê kirine.

Tevgerên Rojhilat jî dibêjin sedem ne ew e; lewra ne kesî bêrêzî bi cenazeyê Barzanî kiriye, ne jî kesî xwestiye PDK ji Rojhilat derbixe, ew çîrokên PDK ne. Sedema rast, PDK berê rêxistineke şah bû. Lê şah ket û komara Îslamî hate avakirin, PDK ji bo ku xwe ji Komara Îslamî re îspat bike, ew kar kir.

Heya 82’yan dîsa beşeke zêde gund û herêmên çiyayî yên Rojhilat di destê hizbên Rojhilat de bûn. Hûkimeta Îranê bajar kontrol dikirin, lê ne dikarî gundan kontrol bike. Partiyên Rojhilat pevçûn û têkoşîn dikirin. Da 82’yan de hûkimeta Îranê li hemberî van hizban êrîş û operasyonên mezin kirin. Dîsa PDK alîkariya hûkimeta Îranê kir. Heya ku partiyên Rojhilat ji Rojhilat derxistin û piştî 83’yan li Başûr bi cih kirin. Jixwe yên ber xwe dane qetil kirin û yên mayî jî teslîm girtin. Hevalên çûne Qendîlê dizanin, Hizba Demokrat li Qendîlê hat bi cihkirin. Li gundê Lewje û Enze kampê wan hebun. Niha jî hinek qampên wan mane. Armanca PDK’ê ev e ku van rêxistinan li wan kampan birizîne û kenge xwest li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Piştî ku rastî ev qesî êrîşan hatin û şoreşa Rojhilat bê serok hate hiştin, yên mayî jî neçar man ku vê rewşê qebûl bikin.

Hizba Komaleyê jî li mintiqaya Bohtê hatin bi cihkirin. Hûkimeta Iraqê li wir cih da wan. Êdî partiyên Rojhilat li sînorên Rojhilat hatin dûrxistin. Piştî wî van partiyan dem bi dem dûçin çalaki dikirin û vedigeriyan. Bi vî rengî bi destê PDK’ê xebatên çekdarî û siyasî li Rojhilatê Kurdistanê darbeyek xwar û lewaz bû. Heya roja me îro jî nikarin xwe komî ser hev bikin. PJAK li Rojhilatê Kurdistanê xwe rêxistin dike, cih bi cih di navbera gerîlayên PJAK û arteşa Îranê de jî pevçûn derdikevin. PDK îro jî ev bermahiyên ku piştî komkûjiyan teslîm girtine dixwaze li hemberî PJAK’ê bide şerkirin, lê PJAK ji ber ku dizane PDK ew anîne çi halî, ji vê yekê direve.

Têbînî; Ev nivîs ji pirtûka bi navê “Dîroka Kurdistanê” ya Ş. Helmet (Diyar Xerîb) hatiye berhevkirin.

PDK: LI KURDISTANÊ XETA XIYANETÊ 3 – DIYAR XERÎB