HRE: Di çalakiyên hêzên me de 4 leşkerên tirk hatin kuştin

HRE`ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên ku li deverên cuda li dar xistine eşkere kirin û got: “4 leşkerî Tirk hatine kuştin.”

HRE: Di çalakiyên hêzên me de 4 leşkerên tirk hatin kuştin
5 gulan, 2022   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê wiha ye:

“Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Di 3`yê Gulanê de, li Şera, Bab û Ezazê ji aliyê hêzên me ve rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

Li gundê Enapkê yê navçeya Şera, baregeheke artêşa dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li bajarokê Babê di encama çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Li xeta Ezazê di encama çalakiyekê de serbazek artêşa Tirk hat kuştin û 4 leşker jî brîndar bûn. 

Di van çalakiyan de bi giştî 1 ji wan serbaz 4 leşkerên Tirk û çeteyek hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.”