Foza Yûsif: An em ê li ber xwe bidin an em ê bên qirkirin

Foza Yûsif diyar kir ku gelê Kurdistanê li hember ezmûneke dijwar e; ezmûna hebûn û nebûnê ye û got: “Yan em li ber xwe bidin yan jî em bên qirkirin. Divê kurdistanî helwesta xwe nîşan bidin û bibin yek da ku planên dijmin têk bibin.”

Foza Yûsif: An em ê li ber xwe bidin an em ê bên qirkirin
5 gulan, 2022   11:00
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê û hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi hezaran şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê tev li “Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê” bûn ku li Qamişlo bi dirûşma “Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin” hatibû orgenîzekirin.

Meş dema gihaşt qada li rex stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li taxa Siyasî rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî û got: “Peyama we giha.”

Foza wiha domand Dijminên me îro gef li hebûna û nasmaneya me dixwin, li her derê agir vêdixin. Li Çiyayên Kurdistanê, Şengal û Rojava, dixwazin kurdan kole, bê nasname û bê rûmet bihêlin. Ew dixwazin lihevkirina Syks-Picot û Lozan vejînin da û dixwazin kurdan bê hêz bihêlin ku wan biparêze.”

Foza bal kişand ser êrişan û got: “Ew bi desteka PDK`ê van êrişan pêk tînin. Ji êrişên li dijî Şengalê armanc dikin, Rojava dorpêç bikin û vîna gelê Kurd têk bibin.”

Her wiha Foza diyar kir ku gelê Kurdistanê li pêşiya ezmûneke dijwar e û wiha domand: “Ezmûna man û nemanê ye. Yan em li ber xwe bidin an em bên qirkirin. Divê hemû helwestên xwe li hember van planên kirêt diyar bikin. Bûyerên li Şengalê rû didin, encama lihevkirineke kirêt di navbera dewleta Tirk, hikumeta Kazimî û rayedarên PDK`ê ye. Armanc jî, qirkirina gelê Şengalê ye.”

Foza daxuyand ku kurdistanî li hundirê welêt û derve di seferberiyê de ne û dibêjin na ji qirkirinê re. Foza ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Peyama me bi navê we hemûyan e. Gel kurd û gelê Mezopotamya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê nahêlin ev lihevkirin û komplo biser kevin. Em rê nadin ku xiyanetên berê yên di salên 90`î de pêk hatine, bi ser kevin. Em nahêlin ew li hember vîna gelê Kurd bi ser kevin. Gelê Kurd xwedî rêveberî ye û rê nadin ku xiyanet bi ser keve.”

Foza bang li gelê Kurd û partiyan kir ku helwestên xwe li hember êrişan nîşan bidin û bang li rayedarên PDK`ê kir û got: “Êdî bes e ku dijminên gelê Kurd bi me dilîzin. Êdî bes e ku em di destê wan de bibin lîstik. Îro roja yekitî û rûmetê ye. Êdî bes e şerê di navbera kurdan de. ”

Her wiha Foza Yûsif bang li pêşmergeyan kir ku di van êrişan de cih negirin û got: “Pêşmerga mîna gerîla ne, ji bo Kurdistanê canê xwe feda kir. Heke dengê xwe bilind bikin, wê ev qirkirin bi ser nekeve. Divê partiyên Başûrê Kurdistanê, dengê xwe bilind bikin mîna ku li dijî Sedam bilind kiriye. Heke Amed bikeve, wê Hewlêr û Qamişlo jî bikevin. Hemû berpirsyar in. Divê kesek bi qedera gelê me nelîze.”

Di dawiyê de Foza soza berdewamkirina berxwedanê heta têkbirina êrişên qirkirinê da û got: “Em nahêlin ev lihevkirin bi ser kevin. Em ê li ser xeta Serok Ocalan, gerîla, şeref û rûmetê li ber xwe bidin. Divê hemû baş fêm bikin ku gelê kurd serî natewîne û xiyanetan qebûl nake.”

(şx)

ANHA