​​​​​​​Bi beşdarbûna deh hezaran “Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê” dest pê kir

Li Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê “Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê” bi beşdarbûna şêniyên kantonên Hesekê û Qamişlo dest pê kir.

​​​​​​​Bi beşdarbûna deh hezaran “Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê” dest pê kir
5 gulan, 2022   08:17
QAMIŞLO

Beşdarên meşê yên ji bajar û navçeyên kantonên Hesekê û Qamişlo hatine li çerxerêya Osman Sebrî ya li Qamişlo kom bûn.

Meşa rûmetê bi armanca şermezarkirina êrişên qirkirinê û hevbeş ên artêşa Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê û ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla hate orgenîzekirin.

Di meşa rûmetê de bi deh hezaran şêniyên navçeyên Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çil Axa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo yên kantona Qamişlo, her wiha şêniyên Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan û Hesekê yên kantona Hesekê tev li meşê bûn.

Her wiha nûnerên deste û meclisên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêmê, partiyên Kurd, Ereb û Suryan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên tevger û rêxistinên jinan, rêxistinên civakî û sivîl, ciwan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hunermend cihê xwe di meşê de digirin.

Tê payîn ku meş li qada li kêleka stada şehîdên 12'ê Adarê ya li Qamişlo rawest û li wir li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) axaftin bê kirin.

(dx)

ANHA