Şêniyên kantonên Hesekê û Qamişlo berê xwe didin cihê çalakiyê

Şêniyên bajar û navçeyên kantonên Hesekê û Qamişlo li dû hev digihêjin bajarê Qamişlo da ku tev li meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê bibin ku dê bi dirûşma “Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin”, li dar bikeve.

Şêniyên kantonên Hesekê û Qamişlo berê xwe didin cihê çalakiyê
5 gulan, 2022   07:58
QAMIŞLO

Şêniyên navçeyên Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çil Axa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo yên kantona Qamişloyê û navçeyên Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan û Hesekê yên kantona Hesekê dê tev li meşê bibin.

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê û navçeyên wê piştî ku li bajarokê Safiyê yê Hesekê kom bûn bi karwanekî erebeyan ber bi Qamişloyê ve ketin rê.

Her wiha bi hezaran şêniyên navçeya Dêrikê û herêmên Koçarat û Berav berê xwe dan bajarê Qamişlo.

(dx)

ANHA