Ferzende Munzur: Dê berxwedana rêbertî, gerîla û gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe

Ferzende Munzur anî ziman ku êrişên li ser gerîla û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan ji hev ne qut in û got: “Êriş yek in, armanc jî yek e û dê ev êriş bê encam bin. Dê berxwedana rêber Apo, gerîla û gelê Kurd serkeftinê bi xwe re bîne.”

Ferzende Munzur: Dê berxwedana rêbertî, gerîla û gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
5 gulan, 2022   00:08
QAMIŞLO

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li ser gerîla û Kurdistanê û kar û xebatên însiyatîfê, ji ajansa me re nirxandin.

Ferzende Munzur wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe berfireh kirin, li Bakurê Kurdistanê gelek siyasetmedar xistin girtîgehan, gelek şaredarî qeyûm avêtin ser û xistin destê xwe. Ev dagirkirî û qirkirin bû, piştî wê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên dijwar da destpêkirin. Jixwe li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê jî êrişên bênavber pêk tîne.”

‘AZADIYÊ KURDISTANÊ AZADIYA ROJHILATA NAVÎN E’

Munzur got êrişên li ser gelê Kurd û tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan ji hev ne qut in û wiha berdewam kir: “Tecrîdeke girankirî li ser rêber Apo heye. Zext û êrişeke giran li ser rêbertî heye. Lê belê li hember vê yekê rêbertî berxwedaneke dîrokî dide meşandin. Ji ber ku nikarin îradeya rêbertî bişikînin, êrişên xwe zêde kirin. Ev êrişên niha li ser gerîla û Bakur û Rojhilatê Suriyê tên kirin, ji hev ne qut in. Di heman demê de êriş yek in, armanc jî yek e û em bawer im dê ev êriş bê encam bin. Hevbendiya AKP-MHP’ê di sala xwe ya dawî de ye, ji bo wê jî van êrişan ji bo xwe wek şansekê û serkeftinekê dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku di hemû qadan de berxwedana ji aliyê rêber Apo, gerîla û tevahî gelê Kurd ê têkoşer dê serkeftinê bi xwe re bîne. Azadiya rêber Apo azadiya Kurdistanê ye. Azadî û demokrasiya li Kurdistanê, ya tevahî Rojhilata Navîn e.”

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ

Ferzende Munzur êrişên li ser gelê Kurd û bêdengiya di qada navneteweyî de rexne kirin û wiha domand: “Mafên girtiyên siyasî hene, ev jî li gorî peymanên navneteweyî ne. Dewleta Tirk hem qanûnên Tirkiyê û hem jî yên gerdûnî binpê dike. Li ser van rastiyan tecrîdeke mutleq heye, divê ev tecrîd bê şikandin û rêya çareseriyê vebe.”

Munzur bal kişand ser bêhiqûqiya dewleta Tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo ji aliyê gelek kesayet, siyasetmendar û ji civakên cuda ve bang hatin kirin. Lê belê dewleta Tirk her tim bi ya xwe dike. Di Kurdistanê de rêber Apo wek pêşengekî azadiyê, mafê gelan û Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî fikir û felsefe ye. Li hember çalakiyên siyasî û demokrasî bi van binpêkirinan diyar dibe ku dewleta Tirk maf, hiqûq û edaletê binpê dike. Diyar dibe ku dewleta Tirk sûc dike û divê di dadgehên navneteweyî de were darizandin.”

‘FELSEFEYA RÊBER APO AZADIYÊ TÎNE’

Ferzende Munzur bal kişand ser kar û xebatên Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyê û got: “Hedefa me ya yekemîn nasandina fikr û felsefeya rêber Apo ye, ji ber ku ev fikir û felsefe bi xwe re xwişk û biratiyê, demokrasiyê û azadiyê tîne. Armanceke me ya sereke jî azadiya rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo rêber Apo rihet û azad perspektîfên xwe bigihîne her kesê, divê destpêkê tecrîd rabe û divê azad be. Wekî vê însiyatîfê gelek însiyatîfên din jî hene. Însiyatîfên li ser asta welatên Ereban, li Başûrê Kurdistanê, Iraq û Ewropayê. Kesên li Rojhilata Navîn dibêjin ez aştî û demokrasiyê dixwazim, bila bizanbin hebûna gelê Kurd çiqasî stratejîk e û çareseriyên herî demokratîk rêber Ocalan pêşkêş dike.”

‘DIVÊ CPT BIÇE ÎMRALIYÊ’

Ji bo hevdîtinê û ji bo agahî ji rêber Abdullah Ocalan were girtin, Ferzende Munzur bal kişand ser rol û misyona CPT’yê û got: “Revandina rêber Apo ji Kenyayê derveyî hemû qanûn û zagonan e. Di vir de divê cîhan xwedî lê derkeve û bi taybet jî CPT. Ger CPT hinekî rêzê ji rêziknameya xwe û erka xwe re digire, divê bi rola xwe rabe. Jixwe wan bi xwe di sala 2019’an de got tecrîdek heye, neheqiyek heye û binpêkirina hiqûqê heye. Divê zû bi erka xwe rabe û biçe Îmraliyê û bizane li Îmralî çi diqewime. Ev demeke dirêj e, heta em bêjin telefonek bû ji pênç kêliyan dirêj nekir. Divê biçin da ku mafê rêber Apo yê hevdîtina bi malbatê û parêzeran re misoger bikin. Bi rastî jî divê CPT bi awayekî lezgîn tevbigere, bi taybet ev êriş jî metirsiyekê çêdikin. Ji bo vê divê CPT di demeke nêz de biçe Îmraliyê.”

Ferzende Munzur bal kişand ser berxwedana gerîlayên Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Berxwedana rêber Apo, berxwedana şoreşger û fedaiyên li çiyayên Kurdistanê, destanên dîrokî ne ku tên nivîsandin. Divê gelê me û cîhan rabe ser piyan û çalakiyên xwe zêdetir bikin. Di her cihî de em zext bikin û hevbendiya faşîst ya AKP-MHP’ê têk bibin. Ger zexteke mezin nebe, ne mumkune ku ev tecrîd were şikandin. Ji bo vê divê asta tekoşînê were bilindkirin. Em di wê baweriyê de ne em çiqas rabin û tekoşîna xwe mezin bikin, em ê bikaribin bi van pêngavên xwe bandorê li ser saziyên navneteweyî bikin. Divê em dostên Kurdan bixin nav çalakiyan û daxin qadan. Em di wê baweriyê de ne ku di encama vê tekoşînê de azadiya rêber Apo û gelê Kurd wê bigihêje serî.”

‘RÊBER APO HÊZA ÇARESERIYÊ YE’

Ferzende Munzur axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi rastî jî hem raman, pêşniyar û felsefeya rêber Apo têkildarî van pirsgirêkên heyî çareseriyan nîşan dide. Heta rêber Apo di hevdîtinên xwe yên dawîn de dibêje ger rê vekin, di hefteyekê de ez dikarim pirsgirêka Kurd û Tirkan çareser bikim. Rêber Apo xwedî hêzeke pir mezin e, hêza çareseriyê ye. Rêbertî li cîhanê xwedî giraniyeke mezin e.”

ANHA