Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di roja duyemîn a cejna Remezanê de li ser benda kontrolê ya li têketina bajarê Efrînê welatiyek ji navçeya Mabatayê revand.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê welatiyek revand
5 gulan, 2022   06:31
ŞEHBA

Çavkaniyan ji navçeya Mabata ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di roja duyemîn a cejna Remezanê de ku 3'ê Gulanê bû, welatiyek ji gundê Şîtka yê navçeya Mabatayê li ser benda kontrolê ya li têketina Efrînê revand.

Li gorî çavkaniyan, jina revandî bi navê Arîn Fexrî Muslim e (37) û dayîka du zarokan e.

Çavkaniyan da zanîn ku heta niha çarenûsa wê ne diyar e.

(dx)

ANHA