​​​​​​​Siyasetên PDK’ê li dijî Şengalê heman siyasetên dewleta Tirk in

Axaftinên dezgehên çapemeniyê û yên rayedarên PDK`ê yên têkildarî koçberbûna şêniyên Şengalê û bicihbûna wan di kampan de, bûyerên bi şerê DAIŞ`ê li dijî Kobanê re rû dane zindî dikin.

​​​​​​​Siyasetên PDK’ê li dijî Şengalê heman siyasetên dewleta Tirk in
5 gulan, 2022   01:45
KOBANÊ-CUMA MIHEME

Hêzên hikumeta Iraqê bi desteka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji 2`yê Gulanê ve êrişî  Şengal dike da ku Rêveberiya Xweser û hêza li wir tune bikin ku êzidiyan li Şengalê ji bo xwe ji DAIŞ`ê biparêzin, ava kir.

Hemwextî wan êrişan, rayedar û dezgehên çapemeniyê yên girêdayî PDK`ê dest bi propagandaya koçberiya ji Şengalê kir. Çavdêran diyar kir ku armanca vê siyastê, valakirina herêmê ji êzidiyan e piştî ku DAIŞ`ê di vê yekê de bi ser neket.

`PLANA KOÇBERKIRINA KURDAN`

/kr/uploads/files/2022/05/04/183055_.webp

Dema DAIŞ`ê di Tebaxa 2014`an de êrişî Şengalê kir, çekdarên PDK`ê û artêşa Iraqê vekişîn. Di encamê de piraniya gelê wê koçber bû, hatin kuştin û jinên êzidî di sûkan de hatin firotin.

Lê gerîla û Yekîneyên Parastin Gel (YPG û YPJ) piştgiriya Şengalê kir û ji ber wê plana tunekirina êzidiyan bi ser neket. Piştî wê, êzidiyan xwe bi xwe bi rêxistin kir û ji bingeha pêwîstiya xurtkirina xweparastinê hêzeke xwe ya leşkerî ava kir da ku xwe biparêzin.

Ev serkeftin, derbeyek li dijî projeya dewleta Tirk bû ku qirkirina kurdan û koçberkirina wan armanc dikir. Wê xwest vê plana xwe bi rêya PDK`ê pêk bîne ku rola “Hespê Trûway” di nav axa Kurdistanê de dilîze.

Êrişên heyî berdewama plana DAIŞ`ê ye ku bin ket. Ji ber wê dezgehên çepemeniyê dest bi propanadaya koçberiya ji Şengalê kir da ku wê vala bikin.

Dezgehên çapemeniyê û rayedarên PDK`ê ji roja yekemîn propagandaya pêla koçberiyê kir ku şengalî ji warên xwe koçber dibin û diçin kampan, bi taybet kampên ku PDK`ê nedihişt kesek jê derkeve û vegere Şengalê da ku wan wek mîna belgeyeke zextê bi kar bîne û dest deyne ser dengên wan di hilbijartinan de.

Di vê dawiyê de PDK`ê careke din behsa kampan kir da ku balê êzidiyên din bikişîne û bi fermana Tirkiyê, plana qirkirina kurdan û koçberkirina wan temam bike.

`GAVÊN KU SÎNARYOYA KOBANÊ TÎNIN BÎRA MIROV`

Êrişa DAIŞ`ê ya li ser Kobanê sala 2014`an, di dîroka şoreşa Rojava û têkoşîna gelê wê de, bûyereke dîrokî ya cuda bû, wê demê û piştî ku DAIŞ`ê gundên Kobanê dagir kirin, Kobanê bi tenê ma lê gerîla, şêniyên Bakurê Kurdistanê û şervanên înternasyonalîst kobanî bi tenê nehiştin û piştgiriya wan kir.

Tirkiyê li benda ketina Kobanê bû. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got,  "Kobanê ket û dê bikeve." Hemwextî wan daxuyaniyan, desthilatên Tirkiyê kamp li Tirkiyê ava dikirin da ku şêniyên Kobanê di wan kampan de bi cih bike û Kobanê jê vala bike.

Lê ew berxwedana dîrokî ya DAIŞ li Kobanê têk bir, planên Tirkiyê bi bin xistin.

`XETERÎ LI SER HEBÛNA KURDAN HEYE`

Endama Desteya hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif demeke berê ji ajansa me re têkildarî êrişên li ser Şengalê axivîbû û gotibû: "Stratejiya Tirkiyê li ser derxistina tevliheviyê di navbera kurd û ereban de ava dibe. Tişta li Şengalê rû dide ev e. Ev planek gelek xeter e. Divê partî û siyasetmedarên li Iraqê li hember vê plana kirêt bisekinin û nehêlin ev komplo pêk were."

/kr/haber/foza-ysif-banga-seferberiy-ji-bo-sengal-kir-h60265.html

Foza Yusif li ser pêwîstiya ragihandina seferberiyê ji bo piştgiriya Şengalê destnîşan kir û got:" Çawa me erka xwe anî cih û Şengal ji êrişên DAIŞ`ê rizgar kir, niha jî divê em heman berpirsyariyê bînin cih. Em bang li gelê Rojava dikin ku Şengalê biparêzin û wê bi tenê nehêlin. Îro roja man û nemanê ye. Heke em kok, nirx û nasnameya xwe neparêzin, wê dîork me nebexşîne. Bi vê berpirsyariyê û giyanê divê em bangewaziya Meclisa Şengalê û gelê wê bînin cih. Em ê bi hemû rêbazan piştgiriya wê bikin."

/kr/haber/ciya-kurd-risa-li-ser-sengal-berdewama-fermann-li-dij-zidiyan-e-h60275.html

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, piştî çend saetan ji destpêkirina êrişan axivî û got: "Şengal ne bi tenê ye. Em ê piştgiriya gelê xwe yê Şengalê bikin. Weke berê em wan bi qirkirinê re careke din nahêlin."

(şx)

ANHA