Rojnameyên erebî: Êdî kaxiza penaberên sûrî sûdê nade Erdogan

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî bikaranîna doza penaberên ji Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, aloziya siyasî ya li Lîbyayê û tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Êdî kaxiza penaberên sûrî sûdê nade Erdogan
4 gulan, 2022   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DEM HATIYE SÛRÎ JI TIRKIYÊ DERKEVIN`              

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku Enqere amadekariya projeyekê dike ku derfetê dide milyonek sûrî ku bi dilxwazî vegerin warên xwe.

Li gorî çavdêran serokkomarê Tirkiyê ji vê yekê dixwaze ku ji kaxiza penaberan xilas bibe, nemaze ku lidarxistina hilbijartinan nêz bûye û hêrsa Tirkan ji hebûna zêde ya penaberan zêde bûye.

Erdogan ji ber doza penaberên Sûriyê bi fikar e ku bandorê li hilbijartinan bike û dê derfeta serkeftina partiya wî kêmtir bike.

Li gorî gelek raporên tirkî, Enqereyê rave kir ku ew amade ye diyalogê bi Şamê re bike û dibe doza penaberan bibe nîşana nêzîkbûna bi vî rengî.”

`LÎBYA… PARÇEBÛNEKE SIYASÎ LIDARXISTINA HILBIJARTINAN DÛR DIXE`

Têkildarî rewşa siyasî ya li Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li gel berdewamkirina aloziya siyasî li welêt, êdî eşkere bûye ku hilbijartinên perlamentoyê û yên serokatiyê di wexta xwe de li dar nakevin û dê heta demeke nediyar werin derengxistin.

Komseriya Bilind a Nîştimanî ya Serbixwe ya Hilbijartinan teqezî bi berdewamkirina hewldanên xwe ji bo pêkanîna hêviyên gelê Lîbyayê di demokrasî, ewlehî û îstiqrarê kir.

Li gorî çavkaniyên agahdar, lidarxistina hilbijartinan di Hezîranê de pêk nayê û êdî kesek nikare behsa lidarxistina wê bike nexasim ku aliyên siyasî li ser çareseriyeke siyasî û destûrî li hev nekir.”

`ROJAVA DI ROJA SERKEFTINÊ DE LI BENDA SURPRIZA PÛTÎN E`

Der barê tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê de ronameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Dema ku çavkaniyên îstixbaratî yên Ukraynayê texmîn kir ku şer di Îlonê de bi dawî bibe, çavkaniyên amerîkî û rojavayî li benda surprîza serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn in ku dê di şahiyên “Roja Serkeftinê” de şerê giştî li dijî Ukraynayê ragihîne.

Rayedarên amerîkî û rojavayî ji CNN’ê re axivîn û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku Pûtîn amadekariyan dike ku bi awayekî fermî şer li dijî Ukraynayê di şahiyên “Roja Serkeftinê” de ku 9`ê Gulanê ye, ragihîne. Yan jî herî kêm komarên Donetsk û Luhansk (herêma Donbass) tev li Rûsyayê bike."

(şx)