Belgefîlma ‘Hêza’ xelateke din wergirt

Belgefîlma Hêza di Mîhrîcana Xelatên Fîlmên Jinan ên Serbixwe ya Los Angelesê de xelata belgefîlma herî baş wergirt.

Belgefîlma ‘Hêza’ xelateke din wergirt
4 gulan, 2022   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Serbixwe ya Los Angelesê ji gelek deverên cîhanê berhemên jinan li hev kom kirin.

Di mîhrîcanê de belgefîlma Hêza hêjayî xelata 'Belgefîlma herî baş' hate dîtin.

Hêza di meha Nîsanê de di Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Bodenê ya Swêdê de xelata 'Belgefîlma herî baş', li Bhûtan a Başûrê Asyayê jî di Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Drûk de jî xelata "Serkeftina bilind" wergirtibû.

Derhênera 37 salî ya belgefîlmê Derya Denîz diyar kir ku Hêza ji bo hemû jinên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin û yên li dijî DAIŞ'ê li ber xwe daye, hatiye amadekirin û xelatên tên dayin jî yên wan in.

Belgefîlma Hêza qala çîroka jineke êzidî dike ku 3'yê Tebaxa 2014'an li Şengalê, ji ber êrişa çeteyên DAIŞ'ê jiyana wê bi temamî guheriye.

Çîroka Hêzayê di heman demê de vegotina jinên hatine revandin, kolekirin, qetilkirin, întixarkirin û ber bi azadiyê ve dimeşin.

Hêza fermandareke YJŞ'ê ye ku di dema fermanê de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû revandin û biribûn Reqayê. Li Reqayê gelek caran hewl da întixar bike û dawiya dawî xwe ji destê DAIŞ'ê rizgar dike û tev li nava refên YJŞ'ê dibe.

Hêza di sala 2016'an de jî wek fermandareke YJŞ'ê tev li pêngava rizgarkirina Reqayê dibe.