Arêtşa Iraqê êrişî Şengalê dike; şerekî giran rû dide

Artêşa Iraqê bi tank, top û çekên giran, ji bo dagirkirina Şengalê dest bi êrişê kir. Li herêmê şerek giran rû dide.

Arêtşa Iraqê êrişî Şengalê dike; şerekî giran rû dide
2 gulan, 2022   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh bi şev ve artêşa Iraqê bi hêzeke mezin dixwaze Şengal û hemû gundewarên wê dagir bike.

Li gorî agahiyên ji Şengalê hatine wergirtin, di van kêliyan de artêşê bi hêzek mezin, top, tank hewl dide bikeve navenda Şengalê û dagir bike.

Li gorî agahiyan artêşa Iraq bi fermana Fermandariya Operasyonên Mûsilê ku dibin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de, tevdigere û êriş dike.

Artêşa Iraqê ji milê gundê Tirbika ve ku girêdayî Rabîaye, hêzek mezin ber bi Sinunê ve dibe û dixwaze ji wir ve bikeve Şengalê. Di heman demê de ji milê Hardan ve jî hêzek mezin xistiye nava liv û tevgerê.

Li herêma Dugurê jî hêzek zêde ya Iraqê hatiye komkirin, li vê herêmê artêşê, bi roketan êrişî hêzên Asayîşa Êzidxanê kirin. Li wir şerek giran rû dide.

Li hemberî êrişan berxwedana hêzên parastina Şengalê jî dewam dike. Şêniyên Şengalê jî li derdora Meclîsên Gel yên gund û navçeyên xwe kom dibin û dijî êrişan nerazîbûna xwe nîşan didin.

Çavkanî: Rojnews