Li Derayê di êrişa kesên nenas de welatiyek birîndar bû

Li bajarê Newa yê li rojavayê Derayê kesên nenas gule li welatiyekî reşandin û di encamê de welatî birîndar bû.

Li Derayê di êrişa kesên nenas de welatiyek birîndar bû
2 gulan, 2022   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Newa yê rojavayê Derayê kesên nenas gule li welatiyekî reşandin û ew birîndar kir. Li ser wê yekê welatiyê birîndar, rakirin nexweşxaneyê.

Piştî ku hikumeta Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê “lihevkirin” pêk anîn, li Derayê rewşa ewlehiyê xirabtir bûye.

(cx)