​​​​​​​CPT'ê têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk  belgedîmenek weşand

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan -CPT) têkildarê binpêkirin û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê belgedîmenek weşand.

​​​​​​​CPT'ê têkildarî binpêkirinên dewleta Tirk  belgedîmenek weşand
1 gulan, 2022   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîma Aştîxwaz a Xiristiyan (CPT) têkildarî Başûrê Kurdistanê belgedîmenek weşand. Di dîmenê hatî weşandin de dagirkerî û sûcên dewleta Tirk a li hemberî welatiyên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, cih digire. 

Li gorî belgedîmenê dewleta Tirk a dagirker li gundê Hirorê yê Başûrê Kurdistanê 4 baregehên leşkerî çêkiriye. Di heman demê de CPT bal dikişîne ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker, dema di êrîşên xwe de sivîlan hedef digire. Di belgedîmenê de pir zelal xuya dibe ku dewleta Tirk a dagirker mal û cihên welatiyan bombebaran dike.