Şêniyên kantona Kobanê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi vêxistina mûman li ser gorên şehîdên gorsitana şehîd Dîcle, şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn.

Şêniyên kantona Kobanê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn
Şêniyên kantona Kobanê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn
Şêniyên kantona Kobanê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn
25 nîsan, 2022   17:46
kobanê

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û endamên saziyên sivîl, leşkerî û nûnerên partiyan li goristana şehîd Dîcle kom bûn û 102 şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn.

/ar/uploads/files/2022/04/25/170124_kylw-aly.webp

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Gêlo Elî axivî û got: "Destkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya van qehremanan pêk hatin, ew di dilên me de dijîn û em ê heta dawiyê li ser şopa wan bin.”

Elî wiha domand: “Dijmin çi bike dê nikaribe îradeya me bişkîne, heta ku xayinan jî bi wan re bibin alîkar.”

Merasîm bi vêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku îro Cejna Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, gelên herêmê vê rojê dîrokî dibînin.

(şt)

ANHA