​​​​​​​Dewleta Tirk gundewarê Girê Spî daye ber topan: Birîndar hene

Dewleta Tirk a dagiarker û çeteyên wê gundewarê rojava yê Girê Spî bi obus û moşekan topbaran dikin. Tê gotin ku birîndar hene.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundewarê Girê Spî daye ber topan: Birîndar hene
24 nîsan, 2022   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevahî gundên rojava yê Girê Spî yên li eniyên şer bi dijwarî ji aliyê arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne topbarankirin.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên gundên Ehmediyê, Dunyak, Erîda, Bîr Ereb, Serzûrî, Huriyê, Kopirlîk û Xanê yên rojavayê Girê Spî bi moşek û obusan topbaran dikin.

Li gorî agahiyên destpêkê hejmarek welatî birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneya navçeya Çelebiyê.

Her wiha ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.

Topbaran dewam dike.

ANHA