​​​​​​​Rêveberiya Xweser bi boneya 25'ê Nîsanê şehîdên azadiyê bi bîr anîn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25'ê Nîsanê, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser bi boneya 25'ê Nîsanê şehîdên azadiyê bi bîr anîn
24 nîsan, 2022   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25'ê Nîsanê Cejna Şehîdan peyamek weşand. Rêveberiya Xweser hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û wiha got:

"Şehîd nirxê manewî ye û wateyên mezin ên fedekarî temsîl dike. Keç û xortên tevahî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dirêjahiya temenê tevgera li Sûriyê de ku zêdetirî 10 salan e, berdêlên mezin dan. Van pêkhateyan di oxira pêkanîna ewlehî, îstiqrarê û xurtkirina nirxên azadî, wekhevî demokratîk û avakirina îradeyeke azad a civakê de bi hezaran şehîd dan.

25'ê Nîsanê Cejna Şehîdan e. Ev roj rojeke dîrokî ye û nîşaneyên wê yên kûr di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.

Bi vê wesîleyê em tevahî lehengên ku di rêya pêkanîna armancên ku me li jor bi bîr xistine de canê xwe dane, bi lehengî û serbilindahî bi bîr tînin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van fedekariyên mezin ku dane, di deriyên fireh de ketin dîrokî. Bi saya şehîdan serkeftinên dîrokî pêk anîne ku tu kes li cîhanê nikare înkar bike an reş bike. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst bi ser ket, planên tundraw, ne tenê li Baku û Rojhilatê Sûriyê, lê li seranserî Sûriyê, herêmê û tevahî cîhanê têk birin.

Di vê roja dîrokî de, em bejna xwe li hemberî tevahî şehîdên azadî û rûmetê ditewînin, şîfa ji hemû birîndaran re dixwazin û kedên wan ên lehengane bi bîr tînin."

ANHA