​​​​​​​Şêniyên Hesekê hevkariya PDK’ê şermezar kir

Şêniyên Hesekê bi xwepêşandekê hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û wek xiyaneta bi xwîna şehîdan re bi nav kir.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê hevkariya PDK’ê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê hevkariya PDK’ê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê hevkariya PDK’ê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê hevkariya PDK’ê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê hevkariya PDK’ê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê hevkariya PDK’ê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê hevkariya PDK’ê şermezar kir
​​​​​​​Şêniyên Hesekê hevkariya PDK’ê şermezar kir
19 nîsan, 2022   11:55
HESEKÊ

Ji 12`ê Nîsanê ve xwepêşandanên li dijî nokeriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurdistanê berdewam dikin.

Li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan bi hezaran şêniyên Hesekê bi dirûşma “Lihevkirina bi dewleta Tirk re, dijminahiya hemû gelan e” xwepêşandek li dar xist. Di xwepêşandanê de hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re ku ji duh ve êrişeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin, hate şermezarkirin.

Di xwepêşandanê de, malbatên şehîdan, endamên sazî û navendên sivîl û leşkerî yên bajêr, partiyan û şênî hazir bûn.

Xwepêşandanê li Çerxerêya Sînalko dest pê kir û li Parka Serok Ocalan a li taxa Nasra veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star axaftin hatin kirin.

Li ser navê Kongra Star, hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah axivî. Semer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide xewnên Osmaniyan vejîne, ji bo wê êrişeke berifreh li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) li Herêmên Parastinê yên Medayayê bi hevkariya PDK`ê dest pê kir, lê armanca wê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ev yek piştî hevdîtina serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan û serokê MÎT`ê Hakan Fidan re, pêk hat.”

Semer El-Abdullah diyar kir ku hikumeta Kazimî û PDK sedema jenosîda êzidiyan bûn ku 2014`an bi destê DAIŞ`ê hat kirin.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) axivî û daxuyand ku hewldanên dewleta Tirk ji bo kontrolkirina Şengalê bi rêya hikumeta Kazimî û PDK`ê berdewam in û destpêka vê hewldanê lihevkirina 9`ê Cotmeha 2020`an bû.

Axêveran bang li PDK`ê kir ku ji van siyasetan dûr bikeve û bi planên dewleta Tirk a dagirker neyê xapandin ku tenê dixwaze berjewendî û projeyên xwe yên dagirkirinê pêk bîne. Her wiha hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re wek xiyaneta bi xwîna şehîdan re û têkbirina destkeftiyên gelên herêmê bi nav kir.

(şx)

ANHA