Ji bo dîtina rêber Ocalan parêzeran serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo miwekîlê xwe bibînin serî li dozgeriyê dan.

Ji bo dîtina rêber Ocalan parêzeran serlêdan kir
19 nîsan, 2022   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Ocalan, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, 12-18 Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn miwekîlê xwe bibînin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve serlêdan hemû bê bersiv mane.