Rûspiyê eşîra El-Mehasin: “Lihevkirinên” hikumeta Şamê binkfetî ne

Rûspiyê eşîra El-Mehasin a Ereban diyar kir ku bêyî nûnertiya siyasî ya hemû pêkhateyên Sûriyê, aloziya Sûriyê çareser nabe û got, "lihevkirinên" hikumeta Şamê li Deraa û hin herêmên Dêrazor û Reqayê pêk anîne, binkeftî ne.

Rûspiyê eşîra El-Mehasin: “Lihevkirinên” hikumeta Şamê binkfetî ne
19 nîsan, 2022   06:52
HESEKÊ

Rûspiyê eşîra El-Mehasin li herêma başûrê bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman El-Derwîş têkildarî armancên hikumeta Şamê ji "lihevkirinên" li Dêrazor û Reqayê, ji ANHA`yê re axivî.

Silêman El-Derwîş anî ziman ku "lihevkirinên" hikumeta Şamê li herêmên li Dêrazorê yên di bin kontrola wê de û li Derayê pêk anîne binkeftî ne û ajan û îstixbarata rejîmê organize kirine.

Silêman El-Derwîş îşaret pê kir ku hikumeta Şamê û şaxên wê yên ewlekariyê bi “lihevkirinan” hewl didin gelê Sûriyê şantaj bikin û wan tev li hêzên xwe bike.

El-Derwîş wiha axaftina xwe dewam kir: "Divê gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe beşdarî siyasetê bibe û nêrîna xwe bînin ziman. Ji ber ku siyaset mafekî rewa ye û mafê her kesî û mafê gelê Sûriyê heye ku nêrîna xwe biderbirîne û nûnerên xwe hilbijêrin."

Rûspiyê eşîra El-Mehasin Silêman El-Derwîş wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Lihevkirinên hikumeta Şamê dê aloziya Sûriyê kûrtir bike. Li cihê wê divê diyalogên sûrî-sûrî werin pêşxistin û di pêşeroja Sûriyê de divê hemû aliyên sûrî cihên xwe tê de bigirin. Bêyî Rêveberiya Xweser tu çareserî pêş nakeve."

(eh)

ANHA