​​​​​​​Çeteyên Tirk wekaletên koçberên Efrînê betal dikin

Çeteyên dagirkeriya Tirk wekaletên şêniyên li Efrînê mane ku milkên xizmên xwe bi rê ve dibin, betal dikin da ku dest deynin ser milkan û bifiroşin.

​​​​​​​Çeteyên Tirk wekaletên koçberên Efrînê betal dikin
13 nîsan, 2022   12:41
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî kişandin û betalkirina wekaletan, erdên şêniyên Efrînê yên resen ên koçber bûne, difiroşin biyaniyan.

Her wiha kirîn û firotina milkan, bi destê kesên biyanî yên ji aliyê dagirkeran ve li herêmê hatine bicihkirin, pêk tên.

Çavkaniyan da zanîn ku buhayê her darekî jî bi giştî di navbera 500-1000 dolarî de ye.

Dewleta Tirk a dagirker demografiya Efrînê diguherîne û hewl dide şêniyên mayî jî bi rêya tengavkirina wan û pêkanîna sûcan bide koçberkirin.

(cx)

ANHA