Piştî Qesrî Şîrîn û Sykes Picotê Kurdistan careke din tê parçekirin

Ji bo xurtkirina fikra “Kurdistan parçekirî ye” ku vedigere beriya 500 salan, dewleta Tirk û rejîmên diktaktor ên derdora wê sînorekî çêkirî li 3 herêman ava dikin. Ev hewldan berdewama peymanên Qesrî Şîrîn û Sykes Picot in.

Piştî Qesrî Şîrîn û Sykes Picotê Kurdistan careke din tê parçekirin
12 nîsan, 2022   01:36
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Bi fermana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, artêşa Iraqê dest bi lêkirina dîwarekî di navbera Şengal û Rojava de kiriye. Dîwar bi dirêjahiya 250 km û bilindahiya 4 metreyan e û dê  kamerayên çavdêriyê jî li ser bên bicihkirin.

Li dijî wê yekê bertekên gel derketin pêş. Kurdistanî diyar dikin ku ew hewldana vejandina peymanên parçekirina Kurdistanê yên Qesrî Şîrîn a sedsala 16'an û Sykes-Picot a sedsala 20’an ne.

PEYMANA YEKEM A PARÇEKIRINA KURDISTANÊ; QESRÎ ŞÎRÎN

Piştî şerê Çaldêran ê di navbera Sefewiyan û Osmaniyan de ku di 23'yê Tebaxa 1514'an de li ser xaka Kurdistanê  pêk hat, Osmaniyan sînorê xwe ber bi Rojhilatê ve fireh kir.

Wê demê Kurd xwedî çend mîrnişînên serbixwe bûn ku kar û barên xwe bi rê ve dibirin. Wê demê Osmanî û Sefewî di bin sîwana îslamê de sûd ji Kurdan digirt û ew dixistin eniyên pêş ên şer.

Li ser xaka Kurdistanê Şerê Çaldêran derî li şerekî 125 salan vekir, heta ku her du alî di sala 1639'an li nêzî bajarê Kirmanşan ê li Rojhilatê Kurdistanê de gihîştin Peymana Qesrî Şîrînê. Ew peyman destpêka parçekirina Kurdistanê û danîna sînoran bû.

PEYMANA SYKES PICOT

Piştî ku dewleta Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918) de bi bin ket û lawaz bû, Brîtanya û Fransa li kêleka Rûsyayê li ser parvekirina erdên di bin desthelata Osmaniyan de li hev kir.

Ew herêm ketin bin desthelata Brîtanya û Fransayê, generalê fransî George Beck û yê brîtanî Mark Picot herêm li gorî xwe xêz kirin.

Li gorî Peymana Sykes Picot a sala 2019'an hate îmzekirin, Fransa û Brîtanyayê sponseriya Rûsyayê, Bilad El-Şam (Sûriyê, Lubnan û Filistîn), Mezopotamya û Kurdistan parçe kirin. Li beramberî wê Rûsyayê Bakurê Kurdistanê, devera li beramberî Ermenistanê dagir kir.

Ev peyam heta derketina Şoreşa Bolşevîk a li Rûsyayê û gihiştina komunîstan di sala 1917'an de ser desthilatê veşartî mabû. Piştî peymana ku bendên wê nehatin pêkanîn eşkere bû, cîhana ereban li hemberê rabû. Di encamên mûzakereyên bi Brîtanya û Fransayê re, dewletên Ereb mîna Sûriye, Iraq, her wiha komara Tirkiyê piştî Peymana Lozanê ya 1923'yan hatin avakirin.

Di encama vê yekê de jî kurdistanî tev li dewletên ku li gorî Peymana Syks-Picot hatine çêkirin (Tirkiye, Iraq, Sûriyê, Îran) hatin kirin.  

HEWLDANÊN PARÇEKIRINA KURDISTANÊ

Bi destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'an re, dewleta Tirk a dagirker û dewletên dagirkerên Kurdistanê dest bi şerê têkbirina projeya demokratîk kirin, ku ew proje ji aliyê gelan ve tê hembêzkirin.

Hemû hewldanên dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe yên dagirkirina Şengal û Rojava bi bin ketin. Heta ku artêşa Tirk a dagirker bi xwe destwerdan kir, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Dewleta Tirk bi koordîneya hêzên herêmî li dijî herêmên Kurdan, taybet Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi hewldanên nû kirin, ew jî danîna sînorên çêkirî di navbera beşên Kurdistanê de. Niha li 3 herêmên sînorî yên Kurdistanê dîwarekî hezar û 456 km tê avakirin.

DÎWARÊ PARÇEKIRINÊ DI NAVBERA ROJAVA Û BAKURÊ KURDISTANÊ DE

Li kêlek êrişan û ji bo dorpêçkirina Rojava, dewleta Tirk a dagirker di havîna 2016'an de bi dirêjahiya 911 km dîwar di navber Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ava kir. Di buhara 2017'an de lêkirina dîwar bi dawî bû.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, li gel dagirkirina Efrîn, herêmên bakurê Helebê, Serêkaniyê û Girê Spî,  ji ber avakirina wî dîwarî  Bakur û Rojhilatê Sûriyê 95 gund  27 hezar û 23 donim erdên xwe ji dest da.

Di dema lêkirina dîwar de artêşa Tirk a dagirker li ser sînor 4 welatiyên Rojavayê Kurdistanê qetil kirin.

DÎWARÊ PARÇEKIRINÊ DI NAVBERA BAKUR Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ DE

Dewleta Tirk a dagirker di Tîrmeha 2021'an de dawî li lêkirina dîwarê 295 km ê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de anî.  Dewleta Tirk dîwaran 2 m bilindbûn û 3 m li ser wan jî têl û kamera her wiha çekên ji dûr ve tên kontrolkirin, sîstemên dîmenkişandinê û alavên deng hatine bi cihkirin.

Dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku wê ew dîwar bi armanca rêgiriya li ber hatina penaberên Afganistanê ava kiriye.

Lê ya rast ew di encama lihevkirineke di navbera hêzên herêmî de ji bo astengkirina tevgera gerîlayan de hatiye avakirin.

LÊKIRINA DÎWAR DI NAVBERA ŞENGAL Û ROJAVA DE

Piştî ku hêzên artêşa Iraqê û çekdarên PDK'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji Şengalê vekişiyan û rê dan çeteyên DAIŞ'ê ku Şengalê dagir bikin, komkujî û fermaneke nû li dijî êzîdiyan pêk bînin, YPG, YPJ û gerîla destwerdan kirin û bi sedhezaran êzîdî ji pençên çeteyan rizgar kirin.

Piştî ku Şengal hat rizgarkirin, şêniyên Şengalê YBŞ-YJŞ  û Rêveberiya Xweser ava kirin.

Lê dewleta Tirk dibîne ku Şengal beşek ji dewleta Osmanî ye û Rêveberiya Xweser a li wir xeter e.

Bi hevkariya PDK û dewleta Tirk, hikûmeta Kazimî dest bi avakirina dîwarekî bi dirêjahiya 250 km di navbera Şengal û Rojava de kiriye.

Armanca wan cudakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ji Rêveberiya Xweser a Rojava ye.

Di 9'ê Cotmeha 2020'an de PDK û hikûmeta Iraqê li dijî Şengalê peymanek îmze kiribûn, lê xelkê Şengalê peyman red kir û girêdana xwe bi rêveberiya xwe re nîşan da.

(şt)

ANHA