Jin li ber tecrîd, lêkirina dîwar û ambargoyê derketin

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Hecînê, bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Ocalan, ambargoya hikumeta Şamê ya li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kirin.

Jin li ber tecrîd, lêkirina dîwar û ambargoyê derketin
10 nîsan, 2022   11:54
DÊRAZOR

Komîteya Jinan a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Hecînê ya Dêrazorê, bi beşdariya bi dehan jinên rojhilatê Dêrazor, nûnerên saziyên sivîl, Meclisaên Herêmî û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarok daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama komîteyê Muna El-Iweyîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, êrişên li ser herêmê û tevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re hatin şermezarkirin.

Her wiha îşaret bi ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê ferz kiriye hate kirin û wiha hate gotin: "Em komploya hikumeta Şamê ya ferzkirina ambargoya li ser Şêxmeqsûd û qedexeya derbaskirina xwarinê, her wiha ferzkirina bacan li dijî welatiyan şermezar dikin."

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyê piştgiriya xwe bi şêniyên Şengal û  re nîşan da. Her wiha tecrîda giran a dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û bêdengiya cîhanê ya li hemberî  tecrîdê, şemezar kir.

(eh)

ANHA