Bi sedan şêniyan şehîd Serhed Tolhildan bi bîr anî

Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê nasnameya şehîdekî HPG`ê eşkere kir.

29 adar, 2022   12:26
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ji bo bîranîna şehîdê Hêzên Parastina Gel (HPG) Serhed Tolhildan, merasîmek li navçeyê li dar xist.

Nûnerên partiyan, TEV-DEM, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Kongra Star, Hêzên Ewlekariya Hundiîrn, Meclisa Leşkerî ya Amûdê û Tevgera Ciwanên Şoreşger tev li merasîmê bûn.

Nihyet Seda (Serhed Tolhildan) di 26`ê Adara 2021`an de li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwer Elî axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: “Soza me daye rêber Abdullah Ocalan ku em ê rêya şehîdan û wî bişopînin. Em amade ne heta serkeftinê li ber xwe bidin.”

Paşê, endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Goran Amûdê axivî û şehîd Egîd (Masûm Korkmaz) bi bîr anî û destnîşan kir ku şehîd Serhed li hember zulm û zordariya li ser gelê xwe şer kir.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û girîngiya berxwedanê li hember dewleta Tirk a dagirker teqez kir û got: Dawiya berxwedanê serkeftin e.

Her wiha endama Kongra Star Mura Zoro axivî û îşaret bi felsefeya rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna şehîd Egîd kir û got: “Em bi saya wan li vir in û ewqas destkeftî bi dest xistin. Divê em dengê xwe bilind bikin da ku bigihêjin azadiyê. Bi saya felsefe, şehîd û çanda xwe em hene.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(şx)

ANHA