Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li kampa Holê çeteyek hat kuştin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişeke şaneyên DAIŞ`ê de li dijî dewriyeyeke hêzên ewlehiyê li kampa Holê çeteyek hatin kuştin. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li kampa Holê çeteyek hat kuştin
29 adar, 2022   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa şaneyên DAIŞ`ê yên duh li kampa Holê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye: “Duşemê bi şev, li kampa Holê şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê êrişî dewriyeyeke hêzên me kir. Di encamê de şer rû da, çeteyek hatin kuştin û gelek çeteyên din birîndar bûn.

Hêzên me ji bo parastina zarokên di nav kampê de bi baldarî tevgeriya û çete ku xwe di nav malbatan de veşartibûn kirin hedef.

Her wiha hêzên me beşên din dorpêç kirin da ku çeteyên din ên şaneyê nerevin.”

(şx)

ANHA