Rûsya û Ukrayna îro li Tirkiyê li hev dicivin

Rûs û ukraynayî li bendê ne ku li Tirkiyê li hev bivin. Raydarên Kievê hewl didin agirbest bê bazar li ser axê yan jî serdsetiyê pêk were.

Rûsya û Ukrayna îro li Tirkiyê li hev dicivin
29 adar, 2022   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba têkildarî dan û standinên li Tirkiyê got: Em li ser xelkê yan jî axê yan jî serdestiyê bazaran nakin.

Di civîna dawîn de, Ukrayna wezîrê karên derve Sergey Lavrov tawan bar kir ku bangewaziyên agirbestê paşguh kirin. Lê Lavrov got agirbest ne di rojeva Rûsyayê de ye.

Li aliyekî din serokê Ukraynayê Volodmir Zelensky duşemê xîtab da û careke din bang li hêzên rojava kir ku cezayên din li Moskovê ferz bikin.

Tê payîn ku rayedarên amerîkî û alman vê hefteyê li Berlînê bi rêveberên saktora enerjiyê re li hev bicivin da ku xurtkirina peydakirina alternatîfên din ên enerjiyê nîqaş bikin.

Li gel zêdebûna windahiyan, NY`yê got wê madeyên xwarin û tenduristiyê gihandine Kharkivê.

(şx)