HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê nasnameya 2 gerîlayên ku par li Avaşînê şehîd bûne eşkere kir û got: "Em careke din soz didin, ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixin."

HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
29 adar, 2022   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"26'ê Adara 2021'ê di êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên li ser herêma Avaşînê hevrêyên me Serhed û Agît şehîd bûn. Ev hevrêyên me ku bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî bûn mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re, bûn çavkaniya sûdwergirtinê ji berxwedana li Avaşîn, Zap û Metînayê, veguherîn xeta berxwedanê. Em jî di salvegera şehadeta wan de van hevrêyên xwe careke din bi bîr tînin û soz didin wan ku îdîa û biryardariya wan di sala nû ya têkoşînê de ji xwe re bikin mînak.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Serhed Tolhildan

Nav paşnav: Nîhat Eset

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Dayik-Bav: Dara Hamdî

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2021 – Avaşîn

Nasnav: Agît Gabar

Nav paşnav: Îlyas Îlhan

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Ayşe-Abdulkadîr

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2021 - Avaşîn