Li Dera ciwanek hate kuştin û 4 kes jî birîndar bûn

Di encama şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecihî li bajarê Casim yê gundewarê bakurê Derayê de ciwanek hate kuştin û di nav de zarokek 4 kes birîndar bûn.

Li Dera ciwanek hate kuştin û 4 kes jî birîndar bûn
15 adar, 2022   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro danê sibehê di navbera hêzên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecihî li bajarê Casim yê gundewarê bakurê Derayê şer derket. Hêzên hikumetê bi ser hinek avahiyan de girt da ku hinek çekdarên xwecihî ku "lihevkirin" red kirine bigirin.

Li gorî SOHR`ê, di encama serdegirtinê de şer di navbera her du aliyan de derket û ciwanek hate kuştin û di nav de zarokek 4 kes birîndar bûn.

 SOHR`ê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî li bajêr zêde kirine da ku avahiyên çekdaran dorpêç bikin.