HPG: Êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker bê encam in

HPG'ê: Dewltea Tirk a dagirker êrişên berfireh ên hewayî li ser herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Di êrişan de dagirkeran tu encam bi dest nexist.

HPG: Êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker bê encam in
21 sibat, 2022   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker êrişên berfireh ên hewayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Di van êrişan de dagirkeran ti encam bi dest nexistin. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

Di navbera 11 û 18'ê Sibatê de Girê Hakkarî û derdora wê ku li herêma Matînayê ye 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

15, 16 û 17'ê Sibatê qadên Çemço û Sîda yên herêma Zapê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18'ê Sibatê saet di 12:30'î de qadên Dola Şêranê û Kafya yên herêma Garê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19'ê Sibatê saet di 10:00 de Girê FM û Girê Cûdî yên li herêma Zapê bi balafirên şer 2 caran hatin bombekirin.

19 û 20'ê Sibatê danê nîvro derdora Ava Lolanê ya li herêma Xakurkê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

19'ê Sibatê Girê Ortê yê li herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

19'ê Sibatê saet di navbera 10:00-10:15'an de qada Werxelê ya herêma Avaşînê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin."