SZK: Ji bo zimanê kurdî dersên bijare nayê qebûlkirin

Endamê Rêveberiya SZK'ê diyar kir ku mejiyê ku bi zimanê dayikê hatibe perwerdekirin, bi qasî wê bi çand û civaka  xwe ve tê girêdan û wiha got: “Li Bakurê Kurdistanê bi saetan dayîn waneyên zimanê kurdî têrê nake, divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.”

SZK: Ji bo zimanê kurdî dersên bijare nayê qebûlkirin
21 sibat, 2022   06:57
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

J ber giringiya bi zimanê dayikê, UNESCO`yê di 1999`an de 21`ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. Rûxmî vê yekê gelek netewe hene ji ber siyasetên piştafitin û asîmîlekirinê yên dewletên desthildar ji zimanê xwe yê dayikê dûr in.

Li Bakurê Kurdistanê tevî hebûn derdora 20 melyon Kurd, zimanê kurdî zimaneke fermî giştî nehatiye qebûlkirin. Dewleta Tirk a faşîst di sala 2016`an de hemû dezgeh û saziyên kurdî li Bakur girtin, zimanê kurdî jî di dibistana de mîna zimaneke hilbijartî diyar kir.

Beriya çend salan sîstema hilbijartina ziman wiha bû; heke 20 xwendekar di refekê de zimanê kurdî hilbijêrin ew ê bê dayîn. Niha jî piştî nerazîbûnan biryara li ser vî esasî hatiye standin, bûye heke 10 xwendekar di refekê de xwestin ew ê bê dayîn.

`AFRÎNERIYA MIROVAN BI XWENDINA BI ZIMANÊ DAYIKÊ XURTIR DIBE`

Derbarê mijarê de endamê Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Ferhad Mûsa ji ANHA`ê re axivî. Ferhad Mûsa da zanîn ku hebûna Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi mebesta ku balê bikşîne ser giringiya zimanê dayikê ji mirov re û wiha got: “Ji aliyê pedekojî de giring e ku destpêkê zarok ji malê perwerde bibe, ji jîngeha xwe perwerde bibe. Dema ku zimanê perwerdeya li dibistanê zimanê dayikê be jî zarok zêde astengiyên fêrbûnê nakişîne, ji ber ku paşxaneyeke wî ya ziman beriya niha heye. Tişta ku ji dibistanê werdigire li ser ava dike.”

Ferhad Mûsa da xuyakirin ku afrîneriya mirovan bi xwendina bi zimanê dayikê xurtir dibe û zûtir fêr dibe û wiha domand:" Xwendina bi zimanê dayikê mafekî rewa û jêneger e. Aqil e yê ku mirovan birêvedibe, hevsarê aqil û mejî jî di destê ziman de ye. Mejiyê ku bi zimanê dayikê hatibe perwerdekirin, bi qasî wê bi çand û civaka  xwe ve tê girêdan, bi vê yekê dikare civaka xwe pêşbixe.”

`DEWLETA TIRK BI RÊYA DURXISTINA JI ZIMAN DIXWAZE KURDAN QIR BIKE`

Têkildarî siyasetên pişaftinê yên ku li dijî gelê Kurd hatine û tên meşandin Ferhad Mûsa destnîşan kir ku bi vê siyasetê dixwestin kesên Kurd ji zimanî wî dûr bikin û got:"Dema mirovek ji zimanê xwe dûr bikeve ne mîna xwezayî ya xwe dijî, li gorî hişmendî û xwezaya dagirkeran dijî. Ev yek jî bandoreke xirab û neyînî li kesayetê dike, li derûniya mirov jî dike ku heta heta mirov van pirsgirêkan derûnî dijî; bi vê derûniyê kesayeteke qels û lawaz tê avakirin.”

Endamê rêveber ê SZK'ê Ferhad Mûsa bal kişand ser sîstema hilbijartina zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku dewleta Tirk siyaseteke zor li ser gelê Kurd dide meşandin û wiha got: “Dewleta Tirk bi mebesta ku tev li Yekitiya Ewropayê bibe yek daye Kurdan, heta bi vê biryarê jî astengî derdixistin. Lê em her û her dibêjin waneya hilbijartî ji bo zimanê kurdî li Bakur têrê nakê.”

Ferhad Mûsa da xuyakirin ku divê zimanê dayikê ji bo Kurdan bibe zimanê zanistê û di qadên akademîk  de jî bê pêşxistin heta ku karibin li ser lingan bimînin û wiha axaftina xwe domand: "Ji ber vê yekê çend saet di heftiyê de têrê nake ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê. Dema ziman di her qadê de bê pêşxistin, ew ê bihêle kesayeta mirov jî di wan hemû qadan de bê pêşxistin.”

Ferhad Mûsa her wiha îşaret pê kir ku li Bakurê Kurdistanê zimanê kurdî di çarçoveya rewşenbîr û hezkerên ziman de maye û got: "Ji wan tê xwestin ku xebateke berfireh bidin meşandin; bi wan xebatan bandorê li malbatên Kurd bikin da ku ji bin desthildarî û hişmendiya dewletê derkevin. Bi vê yekê wê Kurd bibe xwedî statuyeke fermî. Em dikarin bibêjin ziman rihê neteweyî ye, mercê herî sereke yê misogerkirina hebûna neteweyekê ziman e. Dewleta Tirk dixwaze bi vê yekê neteweya Kurd qir bike, ji ber vê yekê dema ku komara Tirkiyê ava bû jî di dirûşmeya xwe de yek netewe xwestiye ev jî encamê wê dirûşmeyê ye.”

Di axaftina xwe de Ferhad Mûsa ji gelê Kurd ên li Bakurê Kurdistanê xwest ku xebata geşkirina zimanê kurdî ji malbatê dest pê bike û ev tişt anî ziman: "Ji saziyên peywendîdar û kesayetên zimanhez tê xwestin ku vê xebatê perwerdehiyê dombikin, ji ber ku ziman heyîneke zindî ye."

`BILA RAGIHANDINA KURDÎ WANEYA HILBIJARTÎ LI PÊŞ ÇAVÊN KURDAN MEZIN NEKE`

Ferhad Mûsa bal kişand ser rola ragihandinê di rewakirina kiryarên dewletên desthiltdar de mîna waneyên hilbijartî yên li Bakurê Kurdistanê û got :”Bandora ragihandinê li civakan heye, bi vê yekê divê gelê kurd û ragihandina kurdî jî bi gavên biçûk ên dewleta Tirk neyê xapandin, divê ragihandina kurdî gavên baştir di vî milî de bavêje. Ne biçe van gavên biçûk li ber çavên Kurdan mezin bike.”

Ferhad Mûsa balkişand ser rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku beriya şoreşê siyaseteke pişaftinê li ser Rojava jî dihat meşandin, lê piştî şoreşê gavên mezin pêk hatin, li dibistanên Rojava xwendekar bi zimanê kurdî perwerde dibin û wiha dom kir: “Li Rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî ji bin metirsiya imhakirinê derketiye, lê Rojava niha di qonaxa pêşketinan de ye. Tecrubeya Rojava dikare bibe mînak ji bo parçeyên din ên Kurdistanê.”

Endamê Rêveberiya SZK'ê destnîşan kir ku tevî pêşketinan kêmasî jî di warê biranş, çavkanî û hebûna kesên akademisyên li Rojava heye û wiha got: “Hewildanên derbaskirina vê yekê hene, divê ferhengên zanistî bên amadekirin, pêwîstiya qada perwerdeyê bi geşkirin û berfirehkirinê heye.”

ANHA