​​​​​​​Welatparêz Reşîdê Metîna koça dawî kir

Welatparêzê bi navê Reşîd Ebdulhenan Reşîd ê bi navê Reşîdê Metîna tê naskirin, di 83`ê saliya xwe de koça dawî kir.

​​​​​​​Welatparêz Reşîdê Metîna koça dawî kir
14 sibat, 2022   10:00
HELEB

Kesayeta welatparêz Reşîdê Metîna ku sala 1939`an de hatiye dunyayê, duh li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, koça dawî kir.

Reşîdê Metîna ji gundê Metîna yê kantona Efrînê ya dagirkirî ye û ji malbateke welatparêz e. Reşîdê Metîna bavê şehîd Ebdulhenan Reşîd (Yeşar) e ku li çiyayên Kurdistanê gihaştiye asta şehadetê.

Reşîdê Metîna gelek caran bi rêber Abdullah Ocalan re civiyaye û di salên 80`yî de, Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike. Ji wê demê ve têkoşînê dimeşîne.

Reşîdê Metîna di nav civaka xwe de bi kesê ku li kantona Efrînê û Helebê, felsefeya Tevgera Rizgariya Kurdistanê belav dikir, tê naskirin.

Tê payîn ku îro Reşîdê Metîna li gortistana gundê Bino yê taxa Şêxmeqsûdê were veşartin.

(eh)

ANHA