Dewleta Tirk nûçegihana MA'yê Zeynep Dûrgût destgîr kir

Dewelta Tirk a faştîst di operasyona qirkirina siyasî ya li Cizîrê de, nûçegihana MA`yê Zeynep Dûrgût destgîr kir.

Dewleta Tirk nûçegihana MA'yê Zeynep Dûrgût destgîr kir
14 sibat, 2022   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di operasyona qirkirina siyasî de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût hate destgîrkirin.

Li gorî agahiyan Dûrgût ji ber lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê hatiye destgîrkirin.

Dûrgût birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.