PYD: Komplo ne tenê li dijî gelê kurd e li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn e

PYD`ê got: “Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ne tenê gelê kurd e, lê belê gelên Rojhilata Navîn bi giştî kir hedef. Gel kir robot ku ximzeta modernîteya kapîtalîst bikin.  Lê projeyên rêbertî, çareseriya hemû pirsgirkên neteweya kurd û neteweyên li Rojhilata Navîn in.”

PYD: Komplo ne tenê li dijî gelê kurd e li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn e
14 sibat, 2022   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di salvegera 23`yan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de meclisê got: “Komploya 15`ê Sibata 1999`an a li dijî rêber Abdullah Ocalan ne tenê gelê kurd, lê belê gelên Rojhilata Navîn bi giştî kir hedef. Ew kir robot ku xizmeta modernîteya kapîtalîst bikin.”

Di daxuyaniyê de Meclisa Giştî diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya parêznameyên ku ji dadgeha mafên mirovan a Ewropayê re pêşkêş kiriye di nav de paradîgmaya neteweya demokratîk, ji bo neteweya Kurd û neteweyên din ên li Rojhilata Navîn çareserî ye û rê li pêşiya nakokiyên gelan digire ku hêzên mêtînger sûdê jê digirin.

Di daxuyaniyê de Meclisa Giştî ya PYD`ê ev yek destnîşan kir: “Em bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ne. Ji bo me ev girêdana bi fikir û felsefe û azadiya wî, erkek mirovî ye. Heke em bixwazin azadî, demokrasî û aştî di navbera gelan de belav bibe, divê em azadiya Rêber Apo misoger bikin. Ji ber ku ew endazyarê van projeyan e ku ji bo civakên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bi giştî girîng e. Em bang li hêzên demokratîk, rêxistinên mirovî dikin ku xwedî li nirxên ku Rêber Apo banga wê dike, derkevin."

Meclisa Giştî ya PYD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn e.”

(şx)