​​​​​​​ ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan berdewam bike‘

Endamên Însiyatîfa Ereb a Ji Ocalan re Azadî destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan bi fikir û xebatên xwe veguherî kesaytekî girîng û navendî di dîrok û pêşeroja Rojhilata Navîn de û got: " Heta ku rêber Abdullah azad nebe em ê têkoşîna xwe ranewestînin."

​​​​​​​ ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan berdewam bike‘
14 sibat, 2022   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Di sala 2021`an de beşek ji siyasetmedar û rewşenbîrên Ereb "Însiyatîfa Erebî  Ji Ocalan re Azadî" ragihand.  Armcana sereke ji însiyatîfê ku hê jî didome, danasîna doza rêber Ocalan û gelê wî ye, piştgiriya têkoşerên ji bo azadiyê, her wiha wefedariya  ji têkiliyên dîrokî yên xurt di navbera gelê Ereb û Kurd de ye.

/kr/uploads/files/2022/02/13/210846_-.webp

Serokê navenda Misir a Lêkolînên Kurdî Ebdulfetah Elî û serokê rojnameya El-Şemis, nivîskar Muhsin Ewedellah û rojnamevanê iraqî Elî Nacî ku endamên Însiyatîfa Ereb a Ji Ocalan re Azadî  ne diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan di zindanê de aştiyek ava kir,  bi xebat û jêhatîbûna xwe veguherî beşek girîng ne tenê di dîroka Tirkiyê de lê belê beşek ji dîrok û pêşeroja Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi giştî. Her wiha gotin: "Carke din em  sûc û komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan red dikin. Mixabin ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye û mohreke reş li eniya mirovahiyê ye. Em civaka navneteweyî şermezar dikin ku ji ber hin dewletên wê û istixbaratê navneteweyî beşdarî girtina vî mirovî bûn. Rêber Abdullah Ocalan ne  ji ber tu tiştî, lê belê ew ji ber têkoşîna ji bo maf û dozên adil, her wiha ji bo projeya gelê Kurd ku di nava sedsalan de ji mafên xwe yên rewa û mirovahî bê par ma, hate girtin."

 ‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ ŞAŞTIYA XWE SERERAST BIKE‘

Ebdulfetan Elî bang li civaka navneteweyî kir ku şaştiya xwe sererast bike, zextê li dewleta Tirk bike da ku rêber Ocalan serbest berde ku banga fikrên mirovî û cîhanî ji hemû gelan re, dike.

Elî diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan durûtiya civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî eşkere kir ku bi zilm rêber Abdullah Ocalan wekî "terorîst" pênase kir û têkoşîna wî û hevalên wî di nava PKK`ê de weke "terorîst" pênase kir. Her wiha got, civata navneteweyî çavên xwe li sûcên ku dewleta Tirk rojane li dijî gelê Kurd pêk tîne, digirin û wiha anî ziman: "Civata navneteweyî çavên xwe li sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, digire. Mixabin civata navneteweyî bi çavekî şaş li Abdullah Ocalan û têkoşîna rêhevalên wî dinêre." 

Elî di axaftina xwe de behsa têkoşîna ku PKK`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê meşandiye kir û wiha axivî: "Abdullah Ocalan bi fikir û têkoşîna rêhevalên xwe ku li Iraqê û Sûriyê li hember terora DAIŞ`ê, sekinîn. Ma ne ew têkoşer bûn ên ku teror bi bin xistin. Ew kes hêjayî teqdîrê ne, divê bersiva qenciya wan were danîn ne ku bi terorîstan werin binavkirin. Ev yek ji civat û hêzên navneteweyî tê xwestin. "

Ebdulfetah Elî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Yên tu girtine heger texmîn dikin ku bi girtina te azadiya te qeyd kirin, şaş in. Tu bi ser ketiye. Ew bi ser neket. Tu bi ramanê xwe li dijî wan bi ser ket. Ramanê te ku dîwarên li derdora te derbas kirin. Ramanên te yên mirovî belav bûn û bi ser ketin. Em bi te re ne. Têkoşîna me ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan dê nesekine."

OCALAN JI HEMÛ GELÊN BINDEST Û AZADÎXWAZÊN LI CÎHANÊ RE BÛYE PÊŞENG

/kr/uploads/files/2022/02/13/210922_-.webp

Serokê rojnameya El-Şemis Muhsin Ewedellah diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan mirovekî cûda di dîroka Rojhilata Navîn de ye û wiha axivî: "Tevî ku dewleta Tirk texmîn dike ku wê kesekî ku nûnertiya gelê Kurd dike, girtiye, lê rêber Abdullah Ocalan niha piştî 23 salan girtina wî ji hemû gelên bindest re bûye sembola hemû azadîxwazên li seranserî cîhanê."

Ewedellah piştrast kir ku rêber Abdullah Ocalan ku di 15`ê Sibata 1999`an de di encama komployeke navneteweyî de hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin armanc jê ku wî dûrî rastiya heyî bixin. Doza gelê Kurd tune bikin. Her wiha hebûna rêber Ocalan winda û ji bîr bibe. Lê Ocalan karibû bi saya xebat û têkoşîna xwe bibe beşekî girîng ne tenê di dîroka Tirkiyê de, lê belê beşek ji dîrok û pêşeroja Tirkiyê û Rojhilata Navîn bi giştî."

Ewedellah wiha domand: "Rêber Ocalan tevî girtina wî lê ew hejmareke zehmet di dîroka şerê Kurdî – Tirkî de ye. Ew navê balkêş e ku derdikeve holê dema ku behsa demokrasiyê li Tirkiyê tê kirin. Ew xwediyê felsefeya neteweya demokratîk e ku beşeke biçûk jê pêk hatiye. Ev beş niha li hember komployên ku li dijî wê û li dijî rêber Ocalan tê kirin, disekine."

Ewedellah îşaret pê kir ku pêwîst e dewletên ewropî û dewletên ku tev li komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan bûbûn ku lêborîneke mezin jê bixwazin û ev tişt got: "Divê lêborîneke mezin ji vî fîlozofê mezin û ji gelê Kurd bi giştî re were xwestin. Divê zext li rejîma Tirkiyê were kirin da ku vî ronakbîrê mezin ku pêwîstiya hemû gelên Rojhilata Navîn pê heye, serbeset were berdan."

ABDULLAH OCALAN DI GIRTÎGEHÊ DE AŞTÎ AVA KIR

/kr/uploads/files/2022/02/13/210904_-.webp

Nivîskar û rojnamevanê iraqî Elî Nacî wiha axivî: "Hêzên zilmkar ronakbîrê neteweyî Abdullah Ocalan di van rojan de dîl girtin. Niha di girtîgeha dewleta Tirk de ye. Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de aştî ava kir û bi ramanê xwe yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir û rêya gelên Rojhilata Navîn ronî kir."

Elî Nacî diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ne tenê semboelek ji sembolên  mirovahî ya cîhanê ye û wiha domand: "Dîrok dê binivîsîne ku vî mirovî di girtîgehê de aştî ava kir. Ev tişta ku beriya niha ji aliyê tu kesî ve piştî rêber Ocalan nehatiye kirin."

Nacî destnîşan kir ku ramanê rêber Abdullah Ocalan wê bibe ronahiya azadî û mirovahiyê û wiha axivî: " Aliyekî din ê fikrên rêber Ocalan heye ku bala Ereban negirtiye jî, fikrên rêbertî û civakî yên birêz Abdullah Ocalan e. Eger ev fikir li qadan bihatana pêkanîn, me yê parçebûn û belavbûn nedîtiba."

Alî Nacî wiha dawî li  axaftina xwe anî: "Hêzên zilmkar û dewleta Tirk her çiqasî hewl bidin ku ronahiya ramanê rêber Ocalan tarî bikin wê nikaribin. Ocalan ji bo yekkirina gelan û mirovahiyê wê bibe ronahiya zanistê."

(bx)

ANHA