ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-02-2022
14 sibat, 2022   00:00

-Li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 23‘yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Însiyatîfa Ereb a Ji Ocalan re Azadî destnîşan kirin ku rêber Abdullah Ocalan bi fikir û xebatên xwe veguherî kesaytekî girgîn û navendî di dîrok û pêşeroja Rojhilata Navîn û gotin: " Heta ku rêber Abdullah azad nebe em ê têkoşîna xwe ranewestînin." (BI WÊNE).

- Jinên Efrînê komloya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Dewleta Tirk her çiqas komployan li dijî  gelê Kurd  pêk tîne û êrişî wan bike ew qas li beramber wan îrade û vîna kurdan xurtir dibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Prof. Mahmoud Patel destnîşan kir ku divê hêzên komploger wek nîşaneya niyeta baş daxwaza azadkirina rêber Abdullah Ocalan bikin û got “Axa Afrîkayê ji bo ku Komploya Navneteweyî rewa bikin, hate bikaranîn.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî 4 salan ji rizgarkirina bajarokê Hecînê ku mezintirîn herêmên gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye, bi saya hêzên leşkerî biewle ye û gelek guhartinên berçav pêk anî, ji wan vegera sed û 15 hezar kesan û 19 hezar xwendekaran. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a gundewarên rojavayê Dêrazorê Beşar El-Seib got, ku hêzên wan û QSD`ê di du rojên borî de 17 çeteyên DAIŞ`ê girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endama Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê Dilşa Osman destnîşan kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan hatiye ferzkirin, bandora wê ne tenê li ser Îmraliyê ye, di heman demê de bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn dike û got: "Siyasetên dewleta Tirk bi awayekî xeternak dûrî qanûn û mafan in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA