Li kantona Efrînê ya dagirkirî revandin, birîna daran û firotina zeviyan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêkanîna sûcan li dijî şêniyên Efrînê yên resen didomînin. Dagirker welatiyan direvînin, îşkenceyê li wan dikin, xwezayê xerab dikin û bazirganiya mal û milkên koçberên Efrînê dikin.

Li kantona Efrînê ya dagirkirî revandin, birîna daran û firotina zeviyan
12 sibat, 2022   12:11
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêkanîna sûcan li dijî şêniyên resen ên kantona Efrînê didomînin.

Dewleta Tirk a dagirker di du rojên dawîn de rêzesûc li dijî welatî û xwezaya Efrînê pêk anîn.

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên "Sultan Murad" 10`ê Sibatê, 2 welatiyên bi navên Kemal Reşîd Cefer (47) û Ehmed Mistefa Cefer (48) li gundê Qûta yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê revandin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên "Sultan Murad" bi ser gund de girtin û bi tawanên ne rast her du welatî revandin û birin cihekî nediyar. Heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Di hema çarçoveyê de çavkaniyan eşkere kir ku çeteyên "Ceyş El-Şerqiye" li gundê Qîlê yê navçeya Cindirêsê 20 darên zeytûnê yên parêzer Faêq Sîdo yê ji gundê Aşka Rojhilat e qut kirin.

Her wiha destnîşan kir ku çeteyên El-Hemzat 6 darên zeytûnê li zeviyên di navbera gundên Qurbê û Qijûma de ji kokê ve hil kirin. Dar jî yên welatiyê bi navê Şemsedîn yê ji şêniyên kantona Efrînê ye.

Li aliyekî din çavkaniyan bi bîr xist ku çeteyekî El-Hemzat ku ji gundewarê Şamê ye, mala koçberê bi navê Welîd Nebo yê ji gundê Keferzîtê, ku li ser rêya Turindê ya li taxa Eşrefiyê ye bi hezar û 500 dolarî frotiye çeteyekî din ê El-Hemzat ku ji bajarokê Til Deman ê başûrê Helebê ye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku di vê dawiyê de frotina zeviyên welatiyên Efrînê yên koçber bûne, zêde bûye. Li deşta gundên Til Tawîl û Cûmkê du zevî û li Kîmarê du zevî hatine frotin, lê nehate zanîn ku ka ew zevî yên kîjan koçberan in.

(şx)

ANHA