Telat Yûnis: Gel helwesta Rûsya û Koalîsyonê qebûl nake

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê da xuyakirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze careke din çeteyên DAIŞ`ê li herêmê çalak bike. Helwest Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî bêberpirsyartiya li hember komkujiyên li dijî gel in.

Telat Yûnis: Gel helwesta Rûsya û Koalîsyonê qebûl nake
12 sibat, 2022   07:11
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku herî dawî di encama êrişên dewleta Tirk de welatî û zarok hatin hedefgirtin de, Hevserokê Mecisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis ji ANHA`ê re axivî.

Telat Yûnis diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî rojne li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Bi vê yekê dewleta Tirk dixwaze ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û wiha got: “Bi taybet piştî têkbirina plana zindîkirina terora DAIŞ`ê li herêmê ku xeteriya wê li ser cîhanê bi tevahî heye, dewleta Tirk êrişên xwe li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê anku ji Dêrikê heta Şehbayê zêdetir kirine.”

Telat Yûnis da xuyakirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dikeve warê sûcên şer ku li dijî gelê herêmê pêk tîne, di êrişên xwe de sivîl, zarok, mizgeft û saziyên xizmetguzariyê hedef digire û wiha dom kir: “Da ku vîna gelan têk bibe, bi van êrişan dixwaze careke din terorê li herêmê çalak bike. Di heman demê de dewleta Tirk bi van êrişan destekê dide terora DAIŞ`ê da ku li cîhanê belav bibe.”

`RÛSYA Û KOALÎSYON BERPIRSYARÊN VAN KOMKUJIYAN E`

Girêdayî mijara bêdengiya hêzên navneteweyî li beramberî êriş û pêkanîna komkujiyan ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve li herêmê Telat Yûnis destnîşan kir ku êriş bi berdewamkirina bêdengiya civaka navneteweyî tê. Ev bêdengî ji hêzên garantor di serî de Rûsya û Koalîsyona navdewletî tê û wiha got: “Ew berpirsyarên van komkujiyan in, divê erka xwe pêk bînin. Hêzên Rûsya û koalîsyonê li ser xaka herêmên me ne, ev balafir li berçavên wan êrişan li dijî zarok û sivîlan pêk tînin. Heta niha bê helwest in, ev yek nakeve xizmeta aramî û ewlehiya herêmê.”

Telat Yûnis bêdengiya hêzên garantor li herêmê bi destekdayîna dewleta Tirk a dagirker pênase kir û wiha got: “Ev destekdayîn ji bo dewleta Tirk e da ku karibe êrişên xwe berfirhetir bike, ev bêdengiya wan destekê dide şaneyên DAIŞ`ê ku zindî bibe. Helwest Rûsya û Koalîsyona navdewletî bêberpirsyartiya li hember komkujiyên li dijî gelê me ye, ev helwest ji aliyê gelê me ve nayê qebûlkirin.”

`BÊDENGIYA RÊXISTINÊN MAFÊ ZAROKAN HEQÎQETA WAN DIDE EŞKEREKIRIN`

Di axaftina xwe de Telat Yûnis bal kişand ser berxwedana gelê herêmê li dijî êrişêna dewleta Tirk a dagirker û da zanîn ku gel û hêzên me yê leşkerî di nava hevgirtinekê de ne û wiha got: “Wê gelê me bi vî awayî li ber xwe bide û wê nehêle ku plana dewleta Tirk a zindîkirina çeteyên DAIŞ`ê û têkbirina ewlehiya herêmê bo ser bikeve. Ji ber vê yekê divê gelê me her dem hişyar be û xwe di çarçoveya parastina cewherî de xurt bike.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis bal kişand ser şehîdxistin û birîndarkirina zarokan ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve û got: “Hemû saziyên navneteweyî û saziyên parastina mafên mirov û zarokan, li ser van komkujiyan bêdeng in, ev yek heqîqeta van rêxistinan dide eşkerekirin, rastî û pîvanên van saziyan dide diyarkirin ku êdî ev rêxistin li gorî berjewendiyên siyasî tevdigirin. Ev bêdengî bêbaweriya civakê bi van saziyên qaşo di bin navê parastina mafên mirovan de dixebitin, çêdike.”

ANHA